
Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
- 14:43 26 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhanê ku berî 44 salan di bin çavan de hatibû windakirin pirsin û daxwaza cezakirina kiryarên wî kirin. Her wiha gotin:"Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin."
Dayikên Şemiyê vê hefteya 1061'an a çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar xistin da ku çarenûsa xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û edaletê bixwazin. Dayikên Şemiyê di çalakiyê de wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin, qurnefîl û wêneyekî Emîne Ocak a ku di 23’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, hilgirtin. Vê hefteyê, Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan ê ku di sala 1981’an de di binçavan de bi îşkenceyê hatibû kuştin û dû re hatibû îdiakirin ku xwe kuştiye, çalakiya xwe li dar xistin.
Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Aysel Ocakê xwend.
Aysel Ocak, destnîşan kir ku Suleyman Cîhan ê 31 salî di 29’ê Tîrmeha 1981’an de dema dihat Stenbolê ji aliyên polîsên sivîl ve pêşiya wî hatibû birîn û binçavkirin, dema malbata wî bi parêzeran re serî li dozgeriyê dide dozger bersiva ne di bin çavan de ye dide wan. Aysel ocak, diyar kir ku rayedaran di desetpêkê de rave kirine ku Cîhan di pevçûnan de hatiye kuştin pişt re jî îdia kirine ku xwe ji qatê 6’an de avêtiye xwarê. Aysel Ocakê ev tişt got: “Piştî israra malbat û şahidan rastî derket holê. Suleyman Cîhan ê ku di 29’ê Tîrmeha 1981’an de hatiye binçavkirin li Şaxa Siyasî ya Emniyeta Stenbolê bi rojan tê îşkencekirin û hatiye kuştin. Piştre laşê wî ji qatê şeşan diavêjin û îdia xwekuştinê dikin. Ji bo winda bikin bi nasnemaye ‘nediyar’ li Goristana Zindanarkasi defin dikin.”
Pişt re birayê Suleyman Cîhan, Ahmet Cîhan wiha axivî: “Çîroka windayan her tim dişibin hev. Hişmendiya qedexekar û bêcezakirin. Ev qad navenda bîra me ye. Ev qad qada heqîqe û edaletê ye.”
Pişt re keça Emîne Ocak, Masîde Ocak dayîka xwe bibîr anî û ev tişt got: “Ne ev qad tenê, avahiyên li hemberî me, çûkên li ser telan, qurnefîlên ku her şemiyê tene vir, wêneyên li vir tên daliqandin em û hûn tev şahid in. Me sozek da diya xwe: ‘Heta windayê me yê dawîn bê dîtin em ê dev jê bernedin’.
Çalakî piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn bi dawî bû.