
'Hewce bi mekanîzmayên ku xebatên komîsyonê digihîne civakê heye'
- 09:04 2 Tebax 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî, der barê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin de axivî û got: “Em tevgera jinan şopdarê komîsyonê ne. Di serî de jin hemû aliyên civakê kirdeyên pêvajoyê ne. Divê ewil girtiyên nexweş bên berdan, yên çek berdan tevli siyaseta demokratîk bibin.”
Pêvajoya bi banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir hat destpêkirin, berdewamiya wê di 11’ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya ji 30 kesî pêk dihat li bajarê Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk anî. Piştre komîsyonek li meclîsê hat avakirin. Di komîsyona ku ji 51 kesî pêk tê, wê ji AKP 21, ji CHP’ê 10, ji DEM Partiyê 4, ji ÎYÎ Partî 3, ji Partiya Yenî Yol 3 parlamenter cih bigirin. Ji partiyên koma wan li meclîsê tune ye jî wê her yekê parlamenterek tevli bibe.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakî, der barê geşedanan û komîsyona wê bê avakirin de axivî.
Ozgul Sakî da zanîn ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re ketine pêvajoyek nû û balkişand ser komîsyona li meclîsê tê ava kirine. Ozgul Sakî wiha vegot: “Em ji dîrokê jî zanin têkoşîn û hûnandina aştiyê demek dirêj digire. Divê di navbera aliyan de bawerî hebe. Di vî alî de xebatên komîsyona meclîsê girîng in. Lê ev têr nakin. Divê hemû alî bibin parçeyê vê pêvajoyê. Ji bo xurtkirina pêvajoyê divê yekîneyên cuda bên avakirin. Hewce bi mekanîzmayên ku xebatên komîsyona meclîsê ji civakê re radigînin heye.”
‘Jin kirdeya têkoşînê ne’
Ozgul Sakî di berdewamiyê de balkişand ser girîngiya tevgera jinan a di pêvajoya muzakere û aştiyê de û wiha bi lêv kir: “Ji roja pêvajoya aştiyê dest pê kiriye heta niha jin têkoşînek bi biryar dimeşînin. Aştî ji bo jinan girîng e. Herî zêde hewcedariya jinan bi aştiyê heye. Jin ne tenê mexdûrên şer in, kirdeya têkoşînê ne. Di van şertên ku agirbest pêk hatiye de di avkirina civaka demokratîk de cihgirtina jinan a wek kirde gelek girîng e.”
‘Zemîna siyaseta demokratîk’
Ozgul Sakî axaftin axw wiha berdewam kir: “Têkoşîn dide qezenckirin. Rêxistinbûn dide qezenckirin. Em rêxistinbûnê esas digirin. Em tevgera jinan şopdarê komîsyonê ne. Di serî de jin hemû aliyên civakê kirdeyên pêvajoyê ne. Divê ewil girtiyên nexweş bên bedan, yên çek berdan tevli siyaseta demokratîk bibin. Banga aştî û civaka demokratîk xeteke polîtîk e. Ev aştî bi têkoşînê dikare bê avakirin.”