
Dengê çeteyan ji cade û kolanan dihatin!
- 09:04 3 Tebax 2025
- Rojane
Stêra Can
ŞENGAL - Li ser pirsa me ‘di nava 10 rojan de we qet çete dît’ dayê Xemê wiha bersiv da: “Na me qet rû bi rû çete nedît. Tenê dengê wan me dibîhist, ji kolan û cadeyan tenê dengê wan dihat.”
“Saet 3’yê şeva 3’yê Tebaxê bû, telefonek hat û kesên aliyên din ê telefonê wiha got: “Birevin DAIŞ ket çiyayê Şengalê’. Êzidî heta hatina vê telefonê haya wan ji tu tiştekî nebû. Haya wan ji tifaqa qirêj a li hemberî wan nebû. Haya wan ji îxaneta dîrokî nebû. Haya wan ji reva bi hezaran hêzên ku qaşo ji bo parastina wan li Şengalê bi cih bibûn nebû. Haya wan ji hovîtiya herî mezin a sedsala 21’emîn nebû. Dema hatina bi telefona ‘Birevin DAIŞ ketiye çiyayê Şengalê’ wê demê haya wan ji îxanet û tifaqa qirêj a li hemberê wan çê dibe. Lê êdî dereng bû ji ber DAIŞ dest bi êrîşê kiribû. Bi hezaran însan hatibûn qetilkirin, bi hezaran jin hatibûn revandin û bi hezaran însan ketibûn ser rêya koçberiyê û reva ji fermanê. Lê gelek kes jî bi taybetî kesên temen mezin ku nedixwestin dev ji cih û warên xwe berdin, nereviyan, mirin girtin ber çavan lê nereviyan.
Xemê Daharasî û hevjînê xwe jî yek ji wan kesan bûn ku roja fermanê hem ji bo zarokên xwe xilas bikin û ji wan re nebin bar hem jî nexwestin dev ji axa xwe berdin, ji gundê xwe nereviyan û 10 rojan heta hatina şervanên azadiyê li mala xwe man.
Dayê Xemê ji me re behsa wan rojan kir û diyar kir ku beriya êrîşa çeteyan gotegot hebûne lê wan bawar nekirine û ligel xwe her gotine DAIŞ êrîşê wan nake ger bike jî dê pêşmerge wan biparêze.
Bihîstina êrîşên çeteyan
Dayê Xemê bi van hevokan behsa çawa bihîstine DAIŞ êrîşê Şengalê kirine, kir: “Zarokên me li Başûr bûn ji bo kar çûbûn û li me geriyan gotin DAIŞ êrîşê Şengalê kiriye. Me rabû nan ji xwe re çêkir, zarokên me çûn hatin lê erebe nedîtin em bê erebe bûn. Me jî dixwest zarokan xilas bikin ji ber digotin çete zarokên keç û jinan dibin, dikujin. Zarokên me gotin em naçin terka we nakin, lê ez û hevjinê xwe got biçin xwe û zarokan xelas bikin. 5 zarok jî biçûk bûn, erebe nîn bû, dan ser milê xwe wisa çûn. Ji vir heta Başûr zarok li ser milê xwe hilgirtin û çûn.”
Siharê rabûn lê kesek li gund nemaye
Dayê Xemê piştî şandina zarokên xwe, ew û hevjînê xwe tenê dimînin lê piştî rojekê dema siharê radibin kesek li gund nemaye hemû gundî reviyan e û wiha got: “Me got ya rebbî em çi bikin. Min ji hevjinê xwe re got yek cîran li derdora me nema ye em ê çi bikin lê hevjinê min got ger çete bên jî tiştek ji me re nabêjin û nakin. Min got bixwedê heke bên dê me bikujin û serjê bikin. Got na na tiştek nabe û bêhna xwe teng nekir lê ez gelekî aciz bûm. Em 10 rojan di mal de man, dengê wan dihat me, me dengê wan dibihîst li kolan û cadeyan bûn, dengê allahû ekbera wan li ser kolana dihat. Min ji hevjinê xwe re got em biçin xwe bigihînin hinekan lê nedikarî bimeşe li ser vê yekê em li mal man derneketin. 9 rojan em bi tena serê xwe li mal man û roja 10'an şervan camêran bi me ve hatin.”
‘Mala wan ava heval bi me ve hatin’
Çend zarokên dayê Xemê beriya fermanê ji bo bixebitin çûne Başûr, roja fermanê dema bihîstine dayik û bavê wan tenê li gund malê mane, yekser peywendî bi gerîlayan re çêdikin da ku biçin wan rizgar bikin. Li ser vê mijarê jî dayê Xemê ev tişt anî ziman: “Zarokên me yên li Başûr bi telefonê xwe gihandine hevalan ku heval di nav şer de bûn û ji wan re gotine dayik û bavê me tenê li malê mane. Piştî 10 rojan hinek kesên bi cilên leşkerî hatin ber derê û gotin Hesen, Hesen. Min ji hevjinê xwe re got ka rabe hinek hatin vir. Em rabûn ser xwe me derî vekir, hatin destê me maç kirin, me jî wan silav kir. Ji me pirsîn me çawa xwe xwedîkirî, em çima neçûne dikanên derdorê ji bo pêwîstiyan. Me got na welle em neçûn tu cihekî jî. Gotin çima, me got me nediwerî. 10 rojan hinek nan gel me hebû, tiştên hişkirî me ji xwe re çêdikir û dixwar. Mala wan ava heta heval bi me ve hatin.”
Dê îro werin sibehê werin...
Di nav axaftina xwe de dayê Xemê wiha behsa hestê 10 rojan a mayîna li gund û di nav çeteyan de kir: “Me digot dê îro werin dê sibehê werin her roj em li bendê bûn ku çete werin me bikujin, bi vê tirsê me 10 rojên xwe derbas kir. Ger heval bi me ve nehatana em bi tu awayî xilas nedibûn. Piştî heval hatin me xistin erebeyekê û me şandin Rojava. Dema em çûn Rojava xelkê rojava got hûn çawa xilas bûn me got PKK'ê me xilas kir.”
Tenê dengê wan dihat
Li ser pirsa me ‘di nava 10 rojan de we qet çete dît’ dayê Xemê wiha bersiv da: “Na me qet rû bi rû çete nedît. Tenê dengê wan me dibîhist, ji kolan û cadeyan tenê dengê wan dihat.”
Dayê Xemê destnîşan kir ku tenê carekê derketiye derve û bi van gotina sedema derketina xwe ya derve tîne ziman: “Tenê ez carekê derketim, kesek tenê mala kêlekê hebû min got ez ê biçim gel, me got ger biçe em jî pêre biçin. Ez çûm ber derî lê derî kîlîtkirî bû ez jî vegeriyam.”
Aqûbeta dîlgirtiyan
Dayê Xemê destnîşan kir ku xwişka wê ya mezin bi du keçên xwe re ketiye destê DAIŞ’ê û wiha got: “Xwişka min rizgar bû lê du keçên wê hatin firotin û hê jî aqûbeta wan nayê zanîn. Kurê xwişka min jî winda bû çû.”
Piranî cîranên wan dikevin destê DAIŞ’ê
Di domandina axaftina xwe de dayê Xemê behsa cîranê xwe yê ku ji destê DAIŞ’ê filitiye kir dike û wiha dewam kir: “Kesek ji cîranê me ji destê DAIŞ’ê filitîbû, hat ba me, kesên ji mala wî hemû hatibûn girtin. Du şevan li gel me ma lê piştî du şevan got telefon gel we nîn e, ez nizanim çi dibe, ez diçim. Ji mala wî tenê du kes bi zarokên me re çûbûn başûr ên mayî hemû ketibûn destê DAIŞ’ê. Gel me nema, ez rabûm min nanek û şaşalek ava jî da û min jê re got ger tu musadeya me bikî hevjinê min nikare bimeşe wî ji newalê derbas bikî em jî bi te re werin û wî jî got xwişkê ez tu derewan ji we re nakim min rojek jî li vir û derdora van deran şivantiyek jî nekirî, ez rê nizanim ji ber vê nikarim we gel xwe bibim, ez ê xwe li newalê bidim û newal bi newal heta Sûriyeyê biçim. Piştî min av û nan dayî çû. Welhasil di dema êrîşa çeteyan de çend cîranê me hebûn kirîvên wan hatibû dû wan, siharê hemû xwe kar kirin siwarê erebeyê bûn çûn. Hevjinê min got cih heye em jî bi wan re biçin min got na em bi wan re neçin. Jixwe piştî demekê hemû di rê de ji hêla çeteyan ve hatin girtin.”
Li hemberê xwe gundekî wêrankirî dibîne
Dayê Xemê û hevjînê xwe piştî ku ji hêla gerîlayan ve tên rizgarkirin, berê xwe didin Rojava. Lê li Rojava zêde namînin dema rêya Şengalê vedibe yekser vedigerin ser cih û warên xwe. Dayê Xemê dema vedigere gundê xwe li hemberê xwe gundekî wêrankirî dibîne lê tevî wêrankirinê jî toqê xwe maç dike ku toq sembola êzidiyan e ku nabe tu êzidî bê toq bigerin. Dayikê piştî toqa xwe maç dike û wiha dibêje ‘Mala xwedê ava em vegeriyan cih û warên xwe.’