
'Em jinan vedixwînin meşa aştiyê'
- 09:04 31 Tebax 2025
- Rojane
WAN - Bi minasebeta 1'ê Îlonê li Wanê meş tê lidarxistin. Jinan ji bo tevlîbûna meşê bang li jinan kirin û gotin: "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd, ji bo azadiya girtiyên nexweş û siyasî, ji bo naskirina zimanê dayikê û li dijî binpêkirina mafan, divê xelkê Wanê dakevin qadan."
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk", hêviyeke mezin ji bo aştiyê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn geş bûye. Ji bo ku ev hêvî hîn bêtir were xurtkirin û kolan bi dengvedana bangê tijî bibin, jinan banga beşdarbûna çalakiyên 1'ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê kirin. Li Wanê jî roja 1'ê Îlonê di saet 20:00'an de ji xaçerêya Sebze Halî ya Wanê heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter meşek bê lidarxistin.
Jinan ji bo tevlîbûnê bang li xelkê Wanê kirin û diyar kirin ku bila aştî di gotinan de nemîne bila bê pratîzekirin.
'Bila zimanê dayikê bê naskirin'
Hevseroka Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Hanim Kaya, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Pêşwazîkirina vê 1'ê Îlonê bi banga Birêz Abdullah Ocalan ji bo me xwedî girîngiyeke taybet e. Bi hezaran kesan li ser axa Kurdan canê xwe feda kirine. Ji ber vê sedemê, endam û dayikên MEBYA-DER'ê vê pêvajoyê bi awayekî erênî dibînin. Em dixwazin tekez bikin ku Tevgera Azadiya Kurd her tiştê ku ji destê wê dihat kiriye û em ji dewletê hêvî dikin ku gavên din bavêje. Di demên dawî de, kombûna Dayikên Aştiyê li parlamentoyê, lê nekarîna wan a axaftina bi Kurdî, bû sedema nakokiyekê. Dema ku em li ser vê pêvajoyê nîqaş dikin, em bawer dikin ku divê zimanê Kurdî li her derê were axaftin. Berî her tiştî, em daxwaza naskirina mafê me yê perwerde û axaftina bi zimanê dayikê li her derê dikin. Bi vê yekê, em dixwazin tekez bikin ku em redkirina zimanê Kurdî ji aliyê komîsyona parlamentoyê ve qebûl nakin. Ez bang li xelkê Wanê dikim tevlî meşa 1'ê Îlonê bibin."
'Em jinan vedixwînin meşa aştiyê'
Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Dîlek Akdag, ji bal kişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev bang ji bo pêkanîna aştiya civakî bangek girîng e. Bidestxistina aştiya civakî bi gelek faktoran ve girêdayî ye. Ya herî girîng ji van bidawîanîna wêrankirina ekolojîk e. Divê pêşî li qirkirina ekolojîk were girtin û aştî bi xwezayê re were damezrandin. Em ê 1'ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê, bi dengvedana vê banga dîrokî, ji Bazara Sebzeyan ber bi Parka Aştiyê ya Mûsa Anter ve bimeşin. Em hemû gelê xwe, bi taybetî jinan, vedixwînin meşa aştiyê."
'Bila Abdullah Ocalan azad bibe'
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) Rengîn Karabulut, diyar kir ku ji dema ku banga Civaka Aştî û Demokratîk hatiye kirin, gelê Kurd gelek gav ber bi pêkanîna aştiyê ve avêtiye û wiha bi lêv kir: "Em niha ji dewletê hêvî dikin ku gav bavêje. Ev gav divê berî her tiştî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî be. Gelê Kurd hêvî dike ku gavên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên siyasî yên di girtîgehê de werin avêtin. Avêtina van gavan ji bo pêkanîna aştiyeke bi rûmet pir girîng e. Em malbatên girtiyan û hemû gelê xwe vedixwînin meşa me ya li Wanê da ku van hemû daxwazan bînin ziman."
'Peşwazîkirina 1'ê Îlonê girîng e'
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Ayten Kiran, diyar kir di vê pêvajoyê pêşwazîkirina 1'ê Îlonê girîng e û wiha got: "Wekî ÎHD, em bi dil û can hêvî dikin ku 1'ê Îlonê rojeke xurt be. Ji ber ku em hêvî dikin ku bi pêşveçûna pêvajoyê re, binpêkirinên mafên mirovan kêm bibin û aştî pêk were. Wekî endamên ÎHD, em hemû gelê xwe vedixwînin meşa ku dê di 1'ê Îlonê saet di 8:00' ê êvarê de ji xaçerêya Sebze Halî heta Parka Mûsa Anter pêk bê."
'Gavên ber biçav nîne'
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erdîşa Wanê Yasemîn Agaoglu, daxuyand ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek geşedanên girîng pêk hatin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bi taybetî Birêz Abdullah Ocalan û PKK'ê ji bo avakirina aştiyê û avakirina civakek demokratîk ketin nav hewldanên girîng. Li hember vê yekê, ji bilî komîsyona ku di parlementoyê de hatiye avakirin, ji aliyê dewletê ve tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Ev komîsyon bi israra Gelê Kurd hatiye avakirin. Wekî DEM Partiyê, me gelek hewl dane ku vê pêvajoyê ji raya giştî re rave bikin. Di 1'ê Îlonê de bilindkirina daxwaza aştiyê pir girîng e, ji ber ku em vê banga girîng bi destên vekirî pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê, em hemû gelê xwe, bi taybetî jinan, vedixwînin meşa xwe ya 1'ê Îlonê."
'Ev şer dê heta kengî bidome?'
Ji Dayikên Aştiyê Perîşan Aslan jî wiha ji ajansa me re axivî: "Em yekîtî, aştî, azadî û zimanê xwe yê dayikê dixwazin. Lê dewleta Tirk ji bo me tiştekî nake. Wek Dayikên Aştiyê, em dixwazin zimanê me azad be û nemire. Em êdî qedexeya zimanê xwe qebûl nakin. Divê Tirk û Kurd yek bin. Ev şer dê heta kengî bidome? Heta ku ev mirin û wehşet hebin, aştî nayê bidestxistin. Wan digotin ger PKK çekên xwe deyne, aştî wê were bidestxistin, lê me hîn aştî nedîtiye. Heta ku em aştî dixwazin, destên me li hewa dimînin. Em êdî vê zilmê qebûl nakin. Di vê çarçoveyê de, em her kesî vedixwînin meşa aştiyê ya 1ê Îlonê."
'Ocalan bû çirayek ronahiyê'
Dayika Aştiyê Asya Ozlu, di axaftina xwe de bang li jinan kir ku tevlî mîtînga 1'ê Îlonê bibin û wiha got: "Em ê di meşa ji xaçerêya Sebze Halî heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter de daxwaza aştiyê bikin. Em aştiyê dixwazin. Di 27'ê Sibatê de, Abdullah Ocalan ji bo tevahiya cîhanê bû çirayek ronahî. Cîhana me ronî bû. Rêberê me ji bo aştiyê hewl dide, lê Tirkan hîn tiştek nekiriye. Êdî xwîn rijandin bes e. Tevahiya cîhanê rêya aştiyê ya ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye qebûl kiriye. Ev rêya aştiyê dê ji bo her kesî baş be. Ev aştî dê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê pir baş be. Hin ji girtiyên nexweş ên di girtîgehê de li ser nivînên mirinê ne, lê ew nehatine berdan. Çawa dikare bi vî rengî aştî pêk were? Lê dîsa jî, ji bo me tu gav nehatiye avêtin. Em dixwazin ku girtiyên nexweş werin berdan, bi Birêz Ocalan re li ser maseyê rûnin û biaxivin. Heta ku rêberê me di girtîgehê de be, aştî pêk nayê. Pêdivî ye ku ew li parlamentoyê biaxive."