Peyama Kombûna Jinan a Zenûbiya a 1'ê Îlonê

  • 14:41 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi boneya Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku aştî ne dirûşemeyek a rojên taybet e, mafek bingehîn ê azadî, edalet û wekheviyê ye û bê azadiya jinê aştî ne mimkun e.
 
Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, daxuyaniyek da û ji bo jinên Sûriyeyê û dinyayê bang li civaka navnetewî kir û xwest ku Abdullah Ocalan bi awayek fîzîkî azad bibe û rê lê were vekirin ku fikrê xwe yê têkildarî aştî û demokrasiyê pêşkêş bike.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
 
“Em wek jinên Sûriyeyê, em hilgirên azadî û rumeta mirovatiyê ye. Di roja aştiya cîhanê de emcarek din diyar dikin ku aştî ne dirûşmeyek a rojên taybet e, mafek bingehîn ê azadî, daxwaza edaletê ye. Jiyan, aramiya gelan û pêşeroja wan bivê ve girêdayî ye. Gelê Sûriyeyê bi taybet jinan ji ber şer, pevçûnan bedelên gelek giran dane. Ji van êşan îradeyak a têkoşînê û ceribandina demokratîk a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye. Ji vê ceribandinê jin di pêvajoyên biryargirtinê de cih girtine û jin bûne tamînata jiyana hevpar a civakên cûda.
 
Civakek ku demokratîk, edalet û wekheviyê û mefê jinan esas digre, bingehê aştiya gerdûnî ye û ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan dibe.
 
Em bang li Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û rêxistinên mafê mirovan ên navnetew û jinan dikin, ji bo azadiya birêz Ocalan zextê bikin, mafê wî yê raste rast hevdîtinê pêkbînin. Ew lîderek ku ji bo aştî û demokrasiyê projeyek rast pêşkêş kiriye. Beşdariya jinan a di avakirina aştiyê de ne luks e, bingehek ji bo pêşerojek bi ewle û edlane ya jêneveger e.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku aştî wê bi naskirina mafê gelan yê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û cih girtina jinan di pêvajoyên biryargirtinê de destpê dike û wiha hate gotin: “Em vê roja aştiya cîhanê vegerînin destpêkekê. Em deriyê diyaloga Sûriyeya netewî vekin, em pira ewlehî, aramî û refahê ava bikin û em bingehê dinyayek mirovane bavêjin.”