Li Qelqeliyê navenda Jinan ya Bîhnvedan û Serlêdanê

  • 18:49 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
WAN – Navenda Bêhnvedan û Serlêdanê ya Jinan a Rindêxanê  li Qelqeliyê hat vekirin.  
 
Şaredariya Qelqelî a Wanê Navenda Bîhnvedan û  Serlêdanê ya Jinan a Rindêxanê li navenda navçeyê vekir. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderen Varli û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ku li şuna wê qeyûm hat tayînkirin  û gelek jinên din di merasîma vekirina navendê de amade bûn. Jinan di dema vekirinê de govend gerandin û gelek rcaran dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" Berz kirin.
 
Di merasîma vekirinê de  aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel axivî got, “Jin dê pêşengiya civakeke demokratîk bikin."