Kolan bi kolan heqîqet: Bi Berfîn Ay re rojek

  • 09:03 4 Îlon 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Berfîn Ay ku tevî hemû atengiyan kevneşopiya belavkriyê didomîne, sibehê dest bikar dike. Berfîn Ayd kolan bi kolan bi rojnameyên destê we heqîqetê digihîne welatiyan.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê belavkirina rojnameyan têkoşîna mezina ragîhandina heqîqetê ye. Belavkarên Ozgur Ulke, Ozgur Gundem û yên berdewamên wê li kolanan hatin binçavkirin, windakirin û qetilkirin.  Lê tevî hemû astengiyan belavkarên vê rêwitiyê, kevneşopiyê bi Yenî Yaşam û Xwebûnê dimeşînin.
 
Yek ji van belavkaran Berfîn Ay e. Berfîn ay li taxa Ofî a Yenîşehîr a Amedê di saetên zû yên sibehê de dest bikar dike. Me wek JINNEWS rojek Berfîn Ay şopand.
 
Ewil rojnamegeran digire
 
Berfîn Ay ewil rojnameyan digire û dibêje: “Ez radibim diçim rojnameyan digirim. Em rojnameya dijmêrin û kontrol dikin. Piştre em li rojevê dinêrin. Em piştre dibin ji aboneyên xwe re.”
 
Rutîna rojane çawa derbas dibe?
 
Berfîn Ay ji bo taxa Ofîsê 150 rojnameyî dixe çenteyê xwe. Berfîn Ay wiha dibêje: “Hinek sazî, sendîka, esnaf û beşeke gel heye. Em ewil li saziyan rojnameyên xwe belav dikin. Piştre em dibin ji gel re. Em derfeta sohbetê jî bidest dixin.”
 
Bi kêfxweşî belav dike
 
Berfîn Ay dema rojnameyan belav dike bi dengekî coş dibêje ‘Rojbaşşş!!.Li her derê bi vî dengî bi aboneyan re têkiliyek germ ava dike.
 
‘Bi samimiyeta wan westandina min diçe’
 
Abone di belavkirina rojnameyan de dixwazin îkraman bikin û sohbetan bikin. Her kes pêvajoyê dipirse û mereq dike. Berfîn Ay jî rojevê parve dike. Berfîn Ay wiha dibêje: “Abone ji axaftin, sohbetê, nirxandinê hez dikin. Ji ber em gelek tiştî tevli wan dikin û ew jî tevli dikin. Ev jî mirovan pêş dixîne. Ji ber samimiyeta wan westandina min diçe.”
 
 
Tehdîd, tacîz û êrîş îro jî didomin!
 
Berfîn Ay diyar dike ku wek hemû qadan di belavkiriyê de jî zehmetî hene û van tiştan dibêje: “Dem bi dem zor û zehmetî çê dikin. Salên 90’î de îşkence li hevalên me kirin. Qetilkirin. Hevalên me pir behsa wan deman dikin. Ji ber vê mîrateya ji me re hatiye hiştin girîng e. Zext her tim hebûn niha jî hene. Me dişopînin, tacîz, tehdîd dikin. Lê em serî natewînin. Bi armanca tirsandinê vê dikin.”
 
Di berdewama belavkirinê de Berfîn Ay her wiha balkişand ser demsala havînê û got: “Havînê ji ber germê em bandor dibin. Hevalên me yên belavkar yên berê şopa xw eli ser welatiyan hiştiye.”
 
Berfîn Ay di seranserê belavkirinê de bi aboneyên xwe re têkiliyek germ û jidil dimeşîne. Berfîn Ay di dawiya rojê de bang li hemû ciwanan kir ku ligel wan cih bigirin û di belavkiriyê de cih bigirin.