‘Em dixwazin Abdullah Ocalan di komîsyonê de bibînin’

  • 09:04 4 Îlon 2025
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz - Neslîhan Kardaş 
 
WAN - Jinên ku der barê banga dîrokî ya 27’ê Sibatê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye û  Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li meclîsê hatiye avkirin de axivîn û gotin divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û komîsyon Abdullah Ocalan gûhdar bike.
 
Têkoşîna ku gelê Kurd 50 sa le dimeşîne, bi banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir de gihişt qonaxek nû. Li ser banga Abdullah Ocalan PKK’ê gavên dîrokî avêtin. Gelê Kurd diyar dike ku beramberê van gavan divê dewlet jî gavan bavêje. Li meclîsê ji bo zemîna hiqûqî û qanûnî ya pêvajoyê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" hat avakirin. Gelê Kurd diyar dike ku ji bo pêvajo bigihêje serkeftinê divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê.
 
Jinan der barê pêvajo û komîsyonê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin divê Abdulla Ocalan di komîsyonê de biaxive.
 
‘Serokatiya me azad bibe wê aştî jî pêk bê’
 
Aysel Tam da zanîn ku aştî tiştekî xweş e û wiha vegot: “Bila xwîn nerêje. Em naxwazin zarokên me bimirin. Bila dewlet gavê bavêje. Dibêjin aştî lê hîna serokatiya me girtiye. Qeyûman tayîn dikin. Girtîgeh tije ne. Ev aştiyek çawa ye? Aştiyek wisa ne pêkane. Divê her kes wekhev be. Êdî bes e. Bila kes nemire. Divê serokatiya me azad bibe. Divê ji bo azadiya serokatiya me gav bê avêtin.Di komîsyona li meclîsê hatiye avakirin de divê serokatiya me biaxive. Ditirsin serokatiya me naynin komîsyonê. Serokatiya me feylezof e. Nikarin li pêş feylezof biaxivin lê neçarin biaxivin.”
 
‘Ev 20 sal zêdetir e em li bendê serokatiya xwe ne’
 
Şîrîn Menteş jî destnîşan kir ku ew aştiyê ji dil dixwazin û daxuyakirin ku divê ne dayikên gerîla ne jî yên leşkeran bigirin û wiha vegot: “Dayik ji bo aştiyê têdikoşin. Em dixwazin serokatiya me azad bibe. 20 sal zêdetire em li bendê serokatiya xw ene. Bila hemû dayik dest bidin hev. Em wekheviyê dixwazin. Divê seroktî di komîsyonê de cih bigire û biaxive. Serokatiya me aştiyê dixwazin. Divê dewlet gavê bavêje.”
 
‘Em dixwazin serokatiya xwe di komîsyonê de bibînin’
 
Gazal Kurt jî diyar kir ku gelê Kurd her tim aştî xwestiye û wiha dawî lê anî: “Kurdan heta niha têkoşîn meşandiye. Gelek tişt jiyane. Ji bo vê divê aştî pêk bê. PKK’ê gavek dîrokî avêt. Lê hîna tiştek nehatiye kirin. Divê di komîsyonê de Abdullah Ocalan bê gûhdarkirin. Em dixwazin serokatiyê di komîsyonê de bibînin.”