Çalakiya piştevaniya bi jinên Fîlîstînê re:Têkoşîna me hepar e

  • 19:30 6 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye, jinan  li dijî Israîlê daxwaza pêkanînên şênber kir û banga piştevaniya bi gelê Fîlîstînê re li hemû jinan kir.
 
Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye  ji bo jinên Fîlîstînê bi dirûşmeya ‘Têkoşîna me bi jinên Fîlîstînê ku li dijî qirkirin û dagirkirinê têdikoşin re hevpare’ li gelek bajaran çalakî pêk anîn.
 
Stenbol
 
 Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye   li Taksîm Tunelê çalakî pêk anî. Beriya çalakiyê jin ji Tunelê heta Qada Şîşhaneyê meşiyan. Jinan seranserê meşê de dirûşme berz kirin. Gelek jin tevli çalakiyê bûn.
 
Bê navber dirûşmeyên ‘ji şer re na, niha aştî’, ‘Israîla dagirker wê hesab bide’, ‘piştevaniya jinan sînoran dibezîne’, ‘zarokên Xezayê ji birçîna dimirin’, ‘jinên tên qetilkirin serhildana me ne’, ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.
 
Di daxuyaniyê de her wiha pankarta ‘Têkoşîna me bi jinên Fîlîstînê ku li dijî qirkirin û dagirkirinê têdikoşin re hevpare’ hat vekirin.
 
Amed
 
Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye  û Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) bi dirûşmeya ‘Têkoşîna me bi jinên Fîlîstînê ku li dijî qirkirin û dagirkirinê têdikoşin re hevpare’ li navçeya Sûr a Amedê li ber Mizgefta mezin çalakî pêk anîn. Jinan pankarta ‘Ji bo ambargo li Israîlê pêk bê em li kolanane’ vekirin û dirûşmeyên ‘bijî têkoşîna jinan’, ‘Jinên Fîlîstînê ne tenê ne’ berz kirin.
 
Piştre daxuanî hat dayîn. Li ser navê girseyê berdevka demî ya DAKP’ê Çaglar Sanay daxuyanî xwend. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşme û çepikan bidawî bû.