Xwendekarên Zanîngeha Haranê: Em xwe di ewlehiyê de nabînin!
- 09:02 28 Cotmeh 2025
- Rojane
Evîn Çîftçî – Gulîstan Gulmuş
RIHA –Xwendekarên ku gotin ji dema mirina bi gûman a Rojîn Kabaiş ve ew xwe di ewlehiyê de nabînin, diyar kirin ku jin bêyî cezayên pêwist ji bo sûcdaran nikarin xwe di ewlehiyê de bibînin.
Salek di ser mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Van Yuzuncu Yil Rojîn Kabaiş re derbas bû, lê sedema mirina wê hîn nehatiye diyarkirin. Lêbelê, fermana nepenîtiyê ya li ser dosyayê hîn jî di meriyetê de ye. Ji dema mirina bi gûman Rojîn Kabaiş ve, gelek xwendekarên jin çalakî li dar xistin û bal kişandin ser ne ewlebûna zanîngeh û wargehan. Gelek xwendekar ji ber fikarên ewlehiyê koçî zanîngeha li bajarê xwe kirine.
Hin ji jinên ku hestên xwe yên derbarê newlebûnê anîn ziman, di heman demê de xwendekarên Zanîngeha Harran a li Rîhayê ne. Me derbarê vê mijarê de mîkrofona xwe dirêjî xwendkaran kir.
'Em di bin gefê de ne'
Beyza Nur Aslan diyar kir ku piştî bûyera Rojin Kabaiş ew li zanîngehan xwe di ewlehiyê de nabîn û got, "Min nû dest bi zanîngehê kir û ez xemgîn bûm. Min ji xwe pirsî, 'Ez ê çawa ji bajêr derkevim?' Rojin jî ji bo xwendinê derket derveyî bajêr û ez nafikirim ku êdî li welêt ewlehî hebe. Keçên piçûk, pitik û jin tên kuştin. Em li Tirkiyeyê di bin gefê de ne. Dema ku ev bûyer diqewimin, em her gav li kolanan dijîn û ditirsin ku kesek li dû me were. Dema ku ev bûyer qewimîn, min ji bo bikevim ezmûna zanîngehê amadekarî dikir û ez ji hêla psîkolojîk ve aciz bûm. Ev tişt li Tirkiyeyê tên normalîzekirin û ji ber vê yekê em ditirsin. Ez li Rihayê dijîm û bi rastî min dixwest li derveyî bajêr bixwînim. Piştî van bûyeran, hestek tirsê bi min re çêbû û di serê min de pirsên, 'Ger em biçin em ê çi bikin? Em ê çawa bikin?' çêbûn."
'Astengkirin tune ye; teşwîkirin heye'
Beyza Nur Aslan, diyar kir ku komkujî dikarin bi cezayên astengkirinê werin rawestandin, û got, "Kesên ku em nas nakin, kesên ku me qet nedîtine, dest bi kuştina me kirin. Divê cezayên giran werin sepandin, lê ew ne wisa ne. Ne tenê jin in; kur jî qurbanî ne. Li welêt cezayên dijwar tune ne, astengkirin tune ye; berevajî vê, bi cezayên sembolîk teşwîkirin heye. Sûcdar bê tirs tevdigerin."
'Çima hewldidin ku ser bûyerê bigirin?'
Fatma Aşiroğlu, destnîşan kir ku ew xwe ewle hîs nakin û got: "Ez ji bajarekî din hatim vir da ku bixwînim û em nizanin dê çi bi serê me were. Rojîn ji bo xwendina zanîngehê çû bajarekî din, lê çi bi serê wê hat eşkere ye. Çima hewl didin ser bûyerê bigirin? Ev mijarek e ku divê her tim di rojevê de be. Bi dehan jin tên kuştin û em ji wan haydar nînin û ew yên ku em haydar in vedişêrin. Ev mijarek e ku divê were lêkolînkirin û çareserkirin e."
'Divê sedema kuştina Rojînê bê eşkerekirin'
Fatma Aşıroglu, bal kişand ser pêwîstiya eşkerekirin sedema kuştina Rojîn Kabaîş û got: "Dibe ku berjewendiyên wan ên taybet hebin; ew hewl didin ku sûcdaran biparêzin. Em meraq dikin ka gelo ew kesên ku ev yek bi Rojîn kirine bi wan re têkiliyek heye, ji ber ku çima dewlet dê kesekî biparêze dema ku kuştinek hebe? Ev gumanan li ser hebûna têkiliyek çêdike. Ew hewl didin ku dozê bigirin, lê ew nikarin. Bifikirin, bavê we we dibe cîhekî ku hûn bixwînin, xeyalên we hene, lê hûn tenê rojek an du rojan dikarin dawazên xwe heyal bikin. Ev mijar divê were zelalkirin."
"Ez xwe ewle hîs nakim!"
Şûle Altankan, ku diyar kir ku kuştina jinan ji ber siyaseta bêcezatiyê ya ji bo sûcdaran zêde dibe, hestên xwe yên bêewlehiyê parve kirin û got"Ez dibêm ku her kes bi hêsanî ji ber nebûna cezayê têrker tê kuştin. Ev ne tenê ji bo jinan, lê di heman demê de ji bo sûcên li dijî zarok û ajalan jî derbasdar e. Ji ber ku pergaleke darazê ya têrker tune ye, kuştin û dizî bi hêsanî dikarin werin kirin. Ez bawer dikim ku pergala darazê û kesên ku desthilatdar in divê biguherin. Ji sûcdaran re cezayên astengkirinê û cezayên heta hetayê dikarin werin dayîn. Ez xwe di ewlehiyê de nabînim ji ber ku her kes bi hêsanî dikeve zanîngehê û derdikeve."
'Sûcdar nayên cezakirin'
Naz Oba jî anî ziman ku ji destpêkê ve mirina bi gûman a Rojin Kabaiş hatiye xwestin bê veşrtin û daxwaz kir ku sûcdar bên cezakirin. Naz Oba di berdewamiyê de ev tişt got,"Em dikarin bibêjin ku kuştina jinan li gelek deverên cîhanê zêde dibe. Rojîn xwendekarek mîna me bû. Mirina wê bandorek kûr li ser me hemûyan kiriye. Ewlehî tune ye. Heta li kampusa ku em niha lê ne jî, ne diyar e kî tê û diçe. Ji ber vê yekê ez xwe di ewlehiyê de nabînim. Divê li heberî vê tu kes bêdeng neîmine. Di kuştina Rojînê de ji destpêkê ve hat xwestin doz bê girtin û rapor dereng hatin hiştin. DNA'ya du mêran li ser laşê Rojînê hate dîtin. Ew tiştek bû ku wê berê jî gotibû. Divê ji destpêkê ve bihata gotin, ji ber vê yekê çima paşê hate gotin? Bavê wê hewl da ku dengê xwe li her cihî, bide bihîstin. Wekî ku tê gotin, 'Agir cihê lê dikeve dişewitîne,' lê dibe ku mirov tercîh bikin ku bêdeng bimînin ji ber ku kesek nêzîkî wan tune ye. Kuştina jinan ewqas zêde bûye ku di civakê de normal bûye. Sûcdar nayên cezakirin. Kiryarên kuştina rojînê li ku ne? Kî ne? Dibe ku ji bo kiryar birevin ev dem hat dirjêkirin. Di serê min de gelek pirsên bê bersiv hene."







