Talîbanê bê burqe ketina saziyên dewletê li jinan qedexe kir

  • 14:34 6 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê li Heratê, ketina jinan bê burqe ya saziyên dewletê, navendên tenduristiyê û heta firoşgeh û salonên dawetê qedexe kir.
 
Talîban weke domandina polîtîkayên dijminatiya jinan li hemberî jinan, hêzên Talîbanê yên girêdayî yekîneya “emr bi’l ma‘rûf ve nehy ani’l munker” (Fermankirina başiyê û menkirina ji xirabiyê) li bajarê Heratê ketina jinan a gelek saziyên dewletê û navenda tenduristiyê asteng kir. Ev qedexe di heman demê de firoşgehên li Herat û salonên dawetê jî digre nava xwe. Ketina jinên ku burqe li xwe nekirin a van cihan hate qedexekirin.
 
Jinên ku burqe li xwe nekirin, nexweşxaneyên herêmê jî di nav de destûr nehat dayîn bikevin navendên tenduristiya civakî. Li gorî nûçeyên hatin weşandin, 50 jinên ku ji bo refaqetiya nexweşên xwe yên lezgîn bikin hatin nexweşxaneyê, ji aliyê Talîbanê ve wan negirtin hundir. Rayedarên Talîbanê hê der barê van pêkanînan de tu daxuyaniyek fermî nedane.
 
Pêkanînên Talîbanê, nîşan didin ku qedexeyên li dijî jinan didomin û her diçe tund dibe. Qedexekirina jinan a ketina saziyên dewletê û navendên tenduristiyê, bi xwegihandina wan a xizmetên civakî û qedexekirina derfetên kar re bi sînor nebûye, di heman demê de di aliyê tenduristî, rewşa aborî û mafên mirovan de encamên giran bi xwe re tîne.
 
Pispor diyar dikin ku ev pêkanîn, tenên mafê jinan binpê nakin, kapasîteya pêşkêşkirina xizmeta dewleta ya ji bo welatiyan lewaz dikin.