Mirov sosyalîst nayên dinê, mirov dibin sosyalîst

  • 09:04 31 Cotmeh 2025
  • Jineolojî
"Jin tenê wek alava şoreşê dîtin, kêmasiyeke ku têkoşîna azadbûna jinê li plana dawî dihêle ye. Ev rewş, derdixe holê ku nêrîna Lenîn a der barê jinê de bi nasnameya çînî û civakî ya demî çawa bi teşe bûye. Bi Aleksandra Kollontay ku ew jî yek ji pêşenga şoreşa Cotmehê bû re, heman fikrî naparêze. Kollantay, diyar dike ku jin ne tenê di alî aborî de divê alî hestî û çandî de jî azad bin. Lenîn van daxwazan zêde dibîne. Di esasa pevçûna îdeolojîk a navbera Kollontay û Lenîn de zîhniyta mêr a ji jinan re dibêje ‘zêde pêşde neçin’ heye."
 
Fatma Koçak
 
Fikr û nêrînên lîderê Şoreşa cotmehê Vladîmîr Îlyîç Ulyanov Lenîn, nêzîkatiya sosyalîzma Sovyet a der barê rizgariya jinê de teşe kiriye. Ev gotinên Lenîn yek ji îfadeya girîng a cihê jinê ya di şoreşê de tîne ziman e: “Divê jin bibe afrînera çalak a civaka nû ya endama mafê wekhev, bibe karkera jîr a tam.” (V.İ. Rizgariya jinan)
 
Nêzîkatiya Lenîn a der barê jinan de ji têkiliya wî ya bi hevjîna wî Nadejda Krupskaya dikare bê analîzkirin. Nadejda Krupskaya, nêrînên îdeolojîk ên dişibiya yên Lenîn parve dikir û şoreşgerek bû, di jiyana siyasî de jî piştgiriya wî dikir. Lê di vê têkiliyê de nasnameya Nadejda Krupskaya, di bin siya Lenîn de dimîne. Nadejda Krupskaya wek ‘hevalek sadik’, ‘ya kar û barê rêxistinî dianî cih’ derket pêş. Ev wek modeleke ku feraseta zewaceke kevneşopî bezandiye bê dîtin jî di esasê de nasnameya xweser a jinê di plana dawî de dimîne. Di têkiliyên şexsî yên Lenîn de jin pir caran wek destek an jî alaveke polîtîk cih girtiye. Rola ‘destekvana sadik a şoreşê’ ya li Jenny Marx hatiye kirin, ji bo Nadejda jî hatiye danîn û di dîroka sovyedan de wiha cih girtiye.
 
Têkiliya Lenîn a bi jinek din a şoreşger Inessa Armand re jî balê dikşîne. Inessa Armanc ku yek ji parêzvana mafê jinane, di dîrokê de tenê wek hezkiriya Lenîn hatiye binavkirin. Nasname û pêşengiya wê ya şoreşê di cîhana Lenîn de di asta duyemîn de maye.
 
Lenîn di malbateke çîna jor-navîn a nêzî arîstokrasiyê ya Rûsyayê de hatiye dinê. Şertên tê de mezin bûye çanda girtiye, feraseta wî ya der barê jinê de di zemîna entelektuel de bi teşe bûye. Ev nêzîkatî, jin ji kirdebûnê wêdetir, jin wek hêmayeke divê ji bo şoreşê bê guhertinê sînor maye. Azadiya jinê bi vegotinên îdeolojîk yên mezin fêm kiriye, lê hişmendiya ku jinê wek şexs bibîne her tim piştgûh kiriye. Gelek caran jin wek ‘hevrê’ dîtiye, lê wek ‘şexs’ pênase nekiriye. Ev jî yek ji nakokiya di nêzîkatiya li hember jinê de derdixe holê. Lenîn di têkiliyên taybet de îdeolojî, hest û xweseriya şexsî  bi giranî tê dîtin. Lenîn bi qasî pêşketiye, sînordar e jî û di alî nêrîna femînîst de ji rexneyan re vekiriye. Di vî alî de nêzîkatiya Lenîn a li hember jinan di alî dîrokî de girîng e û tevî pêşketiye jî bi sînordariya xwe tê zanîn.
 
Jin tenê wek alava şoreşê dîtin, kêmasiyeke ku têkoşîna azadbûna jinê li plana dawî dihêle ye. Ev rewş, derdixe holê ku nêrîna Lenîn a der barê jinê de bi nasnameya çînî û civakî ya demî çawa bi teşe bûye. Bi Aleksandra Kollontay ku ew jî yek ji pêşenga şoreşa Cotmehê bû re, heman fikrî naparêze. Kollantay, diyar dike ku jin ne tenê di alî aborî de divê alî hestî û çandî de jî azad bin. Lenîn van daxwazan zêde dibîne. Di esasa pevçûna îdeolojîk a navbera Kollontay û Lenîn de zîhniyta mêr a ji jinan re dibêje ‘zêde pêşde neçin’ heye.
 
Em li vir kevanekê vebikin û ji nêz ve li tecrube û rêxistinên jinan ên şoreşa cotmehê binêrin. Kollontay, Înes û Nadejda û hîna gelek jinên şoreşger ên din ku ji şoreşa Cotmehê re pêşengî kirin. Bi deka wan di 1919’an de rêxistibûna jinan a xweseser Genohel bi navê Buroya Jinan hat avakirin. Hedefa ewil a Genothel, rêxistinkirina mutbex, kreş û cilşoyan bû. Di salên ewil de der barê bernameyên civakîbûna karên malê de hinek bername bi ser ketin. Di 1920’î de ji sedî 90 nifûsa Petrograndji xwaringehên hevpar xwedî dibûn. Di 1920’î de ji sedî 40’ê avahiyên Moskovayê ji xaniyên komunal ava dibûn.
 
Hedefa duyemîn a Genothel jî ev ku jin kevneşopîbûnê ji holê rabikin û jin di dewleta sosyalîst a nû de di siyasetê de peywirê bigirin. Ji sedî 80’ê nifûsa Rûs gundî bûn û li erdnîgariyek berfireh belav bibûn. Ekîbên rêxistinê yên ava bibû li bejahiya Rûsyayê digeriyan. Rojnameyek bi navê Kommunîstîka derxistin. Li cihên ku baweriya olî giran bû jin bi muxalefeta mêr re hatin rû hev. Bi pêşengiya Inessa Armand ku pêşenga ewil a Genothel bû, meclîsên delegeyan hatin rêxistinkirin. Jinên di meclîsan de peywir girtin ji gund û fabrîqeyan dihat hilbijartin. Di rêveberiyên sendîka û rêveberiyên herêmî de jin hatin bicihkirin. Di 1920’î de bi 853 jinên kedkar û karker ên gundan re konferans hat kirin. Heman salê 500 hezar jin wek delegeyên konferansê hatin bicihkirin. Genothel li dijî fuhuşê têkoşîn meşand. Lîderên partiyan Genohel bi femînîzma burjuva sûcdar kir. Ji vê pêvajoyê şûnde çavkaniyên Genothel hatin sînorkirin û di 1930’yî de hat girtin.
 
Rêxistinbûneke din a jinan Kolhozên Jinan (Komun) e. Di 1929’an de bi pêşengiya Sorokîna bi 100 jin û zarokên gundan re bi piştgiriya meclîsa piştevaniyê ya sovyetan a gund kolhoz hatin avakirin. Komun ewil wek komuna jinan hat fikirîn. Lê piştre hinek jin zewicîn û wek malbat tevli  komunê bûn. Kolhozan bala hemû aliyan kişandiye û bi dijminahiyek mezin re hatine rû hev. Di komunê de her kes xwendin û nivîsandinê hîn bûn. Piştre dibistanek kolhozê ya sê salî hat vekirin. Qanûnên ku destkeftiyên ji bo jinan hêsan kir di 1930’yî de hatin guhertin. Kolhoz hatin guherîn û li şûnê Sovhoz (çandiniya bi piştgiriya dewletê) anîn. Armanc ev bû ku hilberînê bikin bin kontrola dewletê. Yanî dixwestin jinan bikin bin kontrolê. Ewil rêxistibûnên jinan belav kirin piştre jî veguhertin qanûnên malbat û dayiktiyê. Stalîn ‘malbata Sovyet a nû’ îlan kir. Tevlibûna jinan a rêveberiyê ya Yekitiya Sovyetan pir bi sînor bû.
 
Stalîn ne tenê bi desthilatdariya xwe, di jiyana taybet de jî di têkiliyên bi jinan re bandorek hilweşînê kiriye. Çîroka hevjînê Josef Stalîn, Nadejda Allîluyeva, nîşan dide ku jinek hem wek kes hem di alî polîtîk de çawa hatiye paqijkirin. Nadejda jinek xwedî hişmendiya polîtîk û perwerdekirî bû. Têkiliya wê ya bi Stalîn ji zarokatiyê destpê dike. Lê vê nêzîkatiyê ne hevjînekê hezkirinê nîşan bide, dîktatoriyek wek dîwar anî. Îdeolojiya sosyalîzma Sovyet  wekheviya jin û mêr biparêze jî di pêkanînê de jin di bin siya mêran de mane. Nêzîkatiyên Stalîn a li hember Nadejha ew ber bi fîgureke ku hatiye çewisandî ve bir.
 
Nêzîkatiya Stalîn a li hember hevjîna wê tundiya di qada cemawerî de jî dihewîne. Kruşçev diyar dike ku Stalîn di dawetekê de porê hevjîna xwe Nadejda digire û bi erdê re kaş dike. Piştî vê bûyerê şûnde Nadejhda di alî psîkolojîk de têk diçe û di 1932’yan de întîxar dike. Mirina wê ji aliyê dewletê ve hat veşartin. Di daxuyaniya fermî de gotin ‘apandîste’. Bêçaretî, êş û berteka wê ya li dijî pergalê tune hat hesibandin.
 
Nîşe: Beşa çaremîn wê hefteya pêş bê weşandin.