Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

  • 19:32 30 Cotmeh 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Civîna komîsyona meclisê ya 16'an ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin guhdarkirin bi dawî bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.
 
Di civîna 16'an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin guhdarkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Di civînê de ewil Hakan Fîdan hat guhdarkirin û piştre jî Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hat guhdarkirin. 
 
Civîn 7 saetan dewam kir.