Ji hiqûqnasên Abya Yalayê banga 'mafê hêviyê'

  • 12:21 11 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnasên ji Abya Yalayê bang li Tirkiyeyê kirin ku mafê hêviyê nas bikin. Bang li Ewropa û civaka navneteweyî jî kir ku di serî de dosyaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê kêmasî bi cih bîne.
 
Ji welatên cuda yên Latîn Emerîkayê 53 parêzeran bi îmzeya 'Abya Yala' nameyeke vekirî weşandin û cezayên girtîgehê yên demdirêj û muebbetê yên li Tirkiyeyê bi zimanekî tund rexne kirin. Parêzeran di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi hezaran girtiyan xwestin, 'mafê hêviyê' tavilê bi cih bê anîn.
 
Name di çarçoveya kampanyayekê de ku li Abya Yalayê hate meşandin ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê û Konseya Ewropayê re hate şandin. Rêxistinên hiqûqî û civakî yên girîng ên weke COPINH, Mujeres y la Sexta, Gremial de Abogados (Arjantîn), Liga por los Derechos Humanos (Arjantîn) û MES ji Brezîlyayê piştgirî dan kampanyayê.
 
Di nameyê de hate ragihandin ku cezayê girtîgehê yê muebbetê ku derfetê vegera jê nîne, rûmeta mirovan tine dihesibîne û bi rengekî eşkere li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Her wiha hate bibîrxistin ku di biryarên giştî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û biryarên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate ragihandin ku ev pêkanîn binpêkirina qedexeya kiryarên biçûkxistinê û li dijî mirovahiyê ye.
 
Di nameyê de hate gotin, li Tirkiyeyê bi deh hezaran girtî di pratîkê de bêhêvî hatine hiştin û hate destnîşankirin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê siyasî û hiqûqî ve weke sembolekê li pêş e. Parêzeran diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên dûr û dirêj di bin tecrîdeke giran de ye, ev yek ne tenê binpêkirina mafekî şexsî ye di heman demê de li pêşiya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd astengiyeke cidî ye.
 
Hiqûqnasên ji Abya Yalayê ragihandin ku li Latîn Emerîkayê ji bo parastina rûmeta mirovan û jinûve qezençkirina ji civakê re pîvaneke destûra bingehînî heye û bi bîr xistin ku cezakirin nabe ku bibe erkeke dewletê ya bê sînor. Di dawiya nameyê de Hiqûqnasên ji Abya Yalayê bang li Tirkiyeyê kirin ku mafê hêviyê nas bikin. Bang li Ewropa û civaka navneteweyî jî kir ku di serî de dosyaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê kêmasî bi cih bîne.
 
Ji rêveberên kampanyayê Profesora Hiqûqa Ceza Diana Restrepo di çarçoveya kampanyayê de dîmenek weşand û ev peyam da:
 
"Li her devera cîhanê girtîgeh xwedî mercên nebaş e. Lê belê dewletên Ewropayê û Tirkiye dibêjin ku ji bo parastina mafên mirovan ev yek pêwîstî ye. Ev rast nîne; li girtîgehên wan mafên mirovan nayên parastin. Bi taybetî li Tirkiyeyê têkildarî mercên nebaş ên li girtîgehan gelek gilî û serlêdan hene; dewlet 'mafê hêviyê' nas nake ku ev maf bi hiqûqa navneteweyî hatiye naskirin. Ev maf divê ji wan kesan re bê naskirin ku cezayê muebbetê li wan hatiye birîn an jî cezayê girtîgehê yê demdirêj li wan hatiye birîn.
 
Ji ber van sedeman hemûyan weke profesoreke ceza ya ji Abya Yalayê ez dixwazim ku mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan bi taybetî jî ji bo Abdullah Ocalan bi cih bê anîn. Ocalan ji bo veguherîna civakî û aştiya li cîhanê fîlozofekî gelekî girîng e."