Li Hesekê, Kobanê û Til Temirê çalakiyên 8'ê Adarê

  • 15:06 7 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê de rola siyasî û leşkerî ya jinan di parastina civakê, pêşxistina nirxên azadî û wekheviyê de hat vegotin. Her wiha banga serbestberdana jinên dîl hatine girtin û aşkerakirina aqûbeta girtiyan hate kirin.
 
Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li Hesekê daxuyanî û li Til Temirê semîner hatin dayîn. Li Kobanê jî 100 dar hatin çandin.
 
Hesekê 
 
Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê daxuyaniyek li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Hesekê da. Daxuyanî bi beşdariya endamên yekitiyê û nûnerên rêxistinên jinan hate dayîn.
 
Ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Rewşenbîran a Bajarê Hesekê Stêra Eyo daxuyanî da. Stêrayê diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinên cîhanê qonaxeke têkoşînê ye.
 
Stêrayê îşaret pê kir ku jinên sûriyeyî û yên Kurd di xebatên siyasî, wêje, huner û leşkerî de pêşengiyê dikin û wiha domand: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî projeyên şovenîst û kiryarên terorîst li pêş in û rola wan di parastina civakê û nirxên azadî û jiyana hevbeş de girîng e.”
 
Stêra Eyo da zanîn ku jinan li hember rêxistinên terorîst ên hewl dida koletiyê li ser jinan ferz bikin, şer kir û berdêlên mezin dan.
 
Stêra Eyo bal kişand ser sûcên ku li hin herêman li dijî hin jinan hatine kirin û bi sûcên şer û dermirovî bi nav kirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tavilê hesab ji berpirsên sûcan bipirsin û komîteyên belgekirina binpêkirinan bişînin herêmê.
 
Stêra Eyo di nava axaftina xwe de banga serbestberdana dîlgirtiyan kir û anî ziman ku azadî mafekî bingehîn e û “qîrîna dayikan a daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe wijdanê civakê ye”.
 
Til Temir 
 
Meclisa Kongra Star a bajarê Til Temirê jî semînerek da. Semîner li Xwaringeha Kinêr bi beşdariya jinên bajar û gundewarên Til Temirê bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
Piştî rêzgirtinê, rêvebera Kongra Star Sena Tamir axivî û wiha got: “Divê em gotinên xwe formule bikin û pratîkên xwe li ser bingeha têgihîştina ku jiyana hêjatir û xweşiktir tenê bi jinên azad ên hêzdar û birûmet dikare were bidestxistin, bi pêş ve bibin. Lê belê modernîteya kapîtalîst ku li ser înkarkirina jinan û evînê, înkarkirina civakê, rûmetdarkirina takekesî û belavbûna zayendperestiyê di hemû warên jiyanê de hatiye avakirin, jinan ji bingeha azadiya civakî derdixe. Ji ber ku bêyî koletiya jinan, ne mimkun e, koletî li ser civakê were ferzkirin. Ji ber ku hêzdarkirina jinên azad tê wateya civakek azad, ji ber ku azadî dijberiya koletiyê ye.”
 
Sena Tamir di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê, şoreşa jinan temînata avakirina civakek exlaqî, siyasî û demokratîk e. Her wiha felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" nêzîkatiyeke bingehîn û stûna hebûna jinan e. Ji destpêka dîrokê ve û bi baweriya girîngiya azadiya jinan, di hemû warên jiyanê û qadên têkoşînê de jin tê koşiyan û berxwedan raber kirin.”
 
Sena Tamir da zanîn ku di nav civakê de pirsgirêkên neçareserkirî hene û got: “Mijarên wekî wekhevî, tundî û mijarên siyasî, zagonî û civakî. Pirsgirêka azadiya jinan pirsgirêkeke civakî ye. Çawa ku hewce ye jin ji bo azadiyê tê bikoşin, divê mêr jî ji bo azadiyê tê bikoşin. Em niha li ber avakirina Sûriyeya nû ne û ev yek hewldanên hevgirtî yên hemû endamên civakê hewce dike.”
 
Kobanê 
 
Nivîsgeha Jinan a Desteya Jîngehê ya bajarê Kobanê bi boneya 8'ê Adarê û bi armanca zêdekirina qadên hêşîn û parastinê jîngehê, 100 dar çandin.
 
Endamên nivîsgehê, tevî endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, nûnerên tevgerên civaka demokratîk û partiyên siyasî, dar li Girê Miştenûrê çandin.