ÎSÎG: Di meha Adarê de 148 karker jiyana xwe ji dest dane
- 13:35 9 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL - Li gorî daneyên meha Adarê yên ÎSÎG'ê, herî kêm 148 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) "Rapora Cinayetên li Cihên Kar" a Adara 2026'an weşand. Li gorî raporê, herî kêm 148 karker di cinayetên karî de mirine. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 8 zarok, 15 penaber, 16 jin û 132 mêr hene.
Rapora ku sedemên mirinê jî dihewîne, diyar dike ku ji sedî 24'ê kesên ku mirine ji di qezayên trafîkê/xizmetê, ji sedi 19 ji ber krîza dil û ji sedî 17 jî ji ber ketina ji bilindahiyê mirine.
Dabeşkirina mirinan li gorî sektoran wiha ye: "Ji sedî 18 xebatên avakirin/rê, ji sedî 16 veguhastin, ji sedî 14 çandinî/daristan, ji sedî 11 bazirganî/kar û ji sedî 5 maden."
Her wiha, Stenbol wekî bajarê ku herî zêde cinayetên karî lê çêbûne hatiye destnîşankirin.







