Ji kampanya navneteweyî banga ji bo 'mafê hêviyê': Bikevin tevgerê
- 14:45 10 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Di daxuyaniya beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de hate xwestin, ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bêneb icihanîn û "mafê hêviyê" ji bo Rêber Apo bê naskirin.
Di daxuyaniyê de ku ji aliyê "Kampanya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd" ve hate dayin, beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya Hezîranê li Strasbourgê, bang hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku biryara "mafê hêviyê" ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2014'an da, divê ji aliyê Tirkiyeyê ve bê bikaranîn û ji komîteyê hate xwestin, ku di vê mijarê de rola xwe ya şopandinê bi xurtî bi cih bîne.
Hate ragihandin ku di civînên beriya niha de ji Tirkiyeyê hate xwestin, ku di vê mijarê de gavê biavêje û heta Hezîrana 2026'an rapora pêşketinê pêşkêş bike.
Kampanyayê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd gihîştiye asteke krîtîk û hate ragihandin ku Rêber Apo di pêvajoya aştiyê de aktorekî girîng e û divê azad bibe.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di têkoşîna ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de em gihîştin qonaxeke krîtîk; li asoyê aştî xuya dike, lê bi zêdekirina hewldanên xwe yên hevpar ên li Kurdistanê û li qada navneteweyî em dikarin xwe bigihînin vê aştiyê."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Di vê çarçoveyê de em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke kesayetê sereke dibînin ku pêvajoya aştiyê ya heyî ya li Tirkiyeyê da destpêkirin; bandora Ocalan digihêje heta herêmên Kurdan ên cîran. Di demekê de ku di asta navneteweyî de şer giran bû, divê em li pişt hewldanên ji bo pêkanîna aştiyê bisekinin. Ji ber vê jî ji bo mîmar û muxatabê esasî yê van hewldanan Ocalan karibe rola xwe bic ih bîne, divê azad bibe û ji bo vê yekê em bang dikin.
Em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku biryara Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser mafê hêviyê ya sala 2014'an pêk bîne, piştgiriyê bide çareseriya pirsgirêka Kurd a bi demokratîkbûn û aştiyê û ji bo vê bikeve nava liv û tevgerê."
Di daxuyaniyê de her wiha bang li piştevanan jî hate kirin ku nameyan binivîsnin, kampanyayê îmze bikin, li medya dîjîtal rojevê biafirînin û karên civaka sivîl ên cuda bimeşînin.
Nameya pêwîst û agahiyên li ser ragihandina dewletên pêwendîdar ji malpera “Ocalan Vigil” dikare bê peydakirin:
Hate ragihandin ku wêneyên çalakiyan dikarin ji navnîşanên “ocalanvigil@gmail.com” an jî “@Vigil4Ocalan” re bêne şandin. Ev wêne wê li platformên kampanyayê bêne parvekirin.







