Ji DEM Partiyê daxuyaniya Swêregê

  • 18:09 14 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE - DEM Partiyê der barê êrişa çekdarî ya li Sêweregê daxuyaniyek da û got: "Divê ev êriş wekî bûyereke edlî ya şexsî neyê dîtin. Berpirsiyar, polîtîkayên ku vê rewşa tundiyê afirandine bi xwe ne."
 
Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê û Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), der barê êrişa çekdarî ya li ser Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Ahmet Koyuncu ya li navçeya Sêwereg a Rihayê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê êriş bi her aliyên xwe ve bê lêkolînkirin û ew ê bibin şopdarê pêvajoyê da ku bûyerên wiha dubare nebin.
 
'Berpirsyar polîtîkayên tundiyê ne’
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di zemînekî ku xizanî, bêewlehî lê kûr dibe de, ne tesaduf e ku zarok û ciwan rûbirûyî tundiyê dibin û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev pergala ku xizmetên cemawerî lê lawaz bûne, perwerde lê bûye wekî bazirganiyê û aştiya civakî lê xira bûye, her roj zemîna êrişên bi vî rengî ji nû ve diafirîne. Ji ber vê, divê ev êriş wekî bûyereke edlî ya şexsî neyê dîtin, ev encama rasterast a rewşa tundiyê ye ku pergala siyasî, civakî û aborî hilberandiye. Berpirsiyar, polîtîkayên ku ev mercên tundiyê afirandine ne.
 
Divê pergaleke perwerdehiyê ya demokratîk bê avakirin
 
DEM Partiyê bang li rayedaran kir û ev daxwaz rêz kirin:
 
"*Divê dev ji zimanê siyasî yê cudaxwaz û ewlehîparêz bê berdan.
 
*Divê dawî li bazarkirina perwerdeyê û polîtîkayên ku newekheviyê kûr dikin bê anîn.
 
*Divê pergaleke perwerdeyê ya demokratîk, wekhev û li ser bingeha perwerdeya bi zimanê dayikê bê avakirin.
 
*Tu nêzîkatiyên ku aştiya civakî xurt nakin, nikarin çereseriyeke mayinde biafirînin."
 
Çareseriya rastîn ne zêdekirina ewlehiyê ye; azadî, edalet, wekhevî û aştî ye."