Li hemberî êrişan bertek: Em ne di ewlehiyê de ne
- 09:03 18 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL - Sendîkavan û siyasetmedaran êrîşên li Sêwereg û Mereşê li dijî dibistanan hatin jiyîn nirxandin û got: "Ev pirsgirêkeke pergalê ye û polîtîk e."
Li navçeya Sêwereg a Riha’yê di 14’ê Nîsanê de li Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Ahmet Koyuncu êrişeke çekdarî pêk hat û 16 kes birîndar bûn. Piştî vê bûyerê li Mereşê li hember dibistanekê êrîş pêk hat û 9 kesî jiyana xwe ji dest da. Bertekên li dijî êrîşan her diçe mezin dibe.
Sendîkavan û siyasetmedaran êrîş nirxandin.
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê Sema Barbaros da zanîn ku tundî li her derê zêde bûye û got ev tundî ne muferîte û wiha anî ziman: “Tundî bûye sîstematîk. Ev pirsgirêkê bi tedbîrên ewlehiyê çareser nabin. Heman demê de tundiya civakî dihewîne. Ev tundiyeke sîstematîke.
Tenê di alî tedbîrên ewlehiyê de nîqaşkirin ne raste. Tedbîr bên girtin an jî jî ev çareser nabe. Em bi hêrsin û niha li her derê çalakî û nobet hene. Muxatab diyarin. Desthilatdarî ji bo guhertina vê tiştekî nake.”
‘Hewcedariya me bi hêzê heye’
Sema Barbaros tundiya li ser jinan jî bibîr xist û wiha bi lêv kir: “Ji tundiya li ser jinê bigirin heta cînayetên kar, ji cînayetên kar heta cînayetên zarokan, heta ya tenduristiyê wek bûyerên munferît nîşan didin. Ev di esasê de pirsgirêka pergalê ye. Tundî her diçe zêde dibe. Divê em li dijî vê bên gel hev û bi hev re têbikoşin. Divê ji xwendekaran heta malbatan heta mamosteyan em ligel hev cih bigirin. Em jin divê li dijî vê pergalê têbikoşin û hewcedariya me bi hêzê heye.”
‘Her tişt polîtîk e’
Ji Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Arzu Aydin jî der barê mijarê de axivî û wiha dirêjî dayê: “Ez hem bi hêrs hem jî xemgînim. Cihên ku divê zarokên me lê di ewlehiyê de bin dibistanin. Em li vir ji bo zarokên xwe hene. Em ji bo mafê jiyana zarokên xwe û mamosteyên xwe li virin.Divê li dibistanan tedbîrên ewlehiyê bên zedekirin. Zarok her tiştên ji çapemeniya civakî dibînin pêk tînin. Zarokên bê eleqe mezin dibin hene. Li welat her tişt polîtîk e. Girêdayê vê gelek bandor hene.”
‘Em ji perwerdehiya zanistî dûr dikevin’
Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL-SEN) Nazîfe Bayraktosu jî wiha anî ziman: “Em çawa hatin vê astê. Tundî li her derê heye. Li malê li li kolanê li her derê. Bûyerên li dibsitanan ne munferîtin. Tiştên li dibistanan tên jiyîn pirsgirêka pergalê ye. Her diçe ji perwerdehiya zanistî dûr dikevin. Encamên wê jî em îro dijîn. Tirkiye ji hiqûqê dûr dikeve. Em îro tu derê ne di ewlehiyê de ne.”







