Îxbarên neqeydkirî û kuştina gav bi gav

  • 09:47 20 Nîsan 2026
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
 
DÊRSIM - Piştî ku Gulîstan Doku hat windakirin şûnde, derket holê ku îhbar û îfadeyên ku hatin nixumandin, nîşan didin ku Gulîstan gav bi gav ber bi kuştinê ve biriye. Ew rastiya ku îfade û îhbar bi tevahî hatine paşguhkirin û windakirin, careke din nîşan dide ka çi bi Gulîstanê hatiye kirin.
 
Di lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de her roj agahiyên nû derdikevin holê. Îfade û îhbarên piştî windabûna Gulîstan Doku hatine dayîn û çawa ev îfade û îhbar ji aliyê kiryaran ve hatine tunekirin, dihewîne. Di windakirina Gulîstan Doku de kurê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel, Zaînal Abakarov û bavê Zaînal ê polîs Engîn Yucer nîşan dide ku çeteyek çawa hatiye avakirin.
 
Ev çete ku bi dehan kesan di nav de ye, bi hemû eşkerebûna xwe eşkere dike ku vê çeteyê çawa bi awayekî sîstematîk polîtîkaya şerê taybet li Kurdistanê, bi taybetî li Dêrsimê, pêk aniye.
 
Îhbar esas nehatin girtin
 
Bikarhênerekî bi navê Fikri Zana li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got: “Çima kes guh nade min? Min ev keçik li ser rêya Xarpêtê dît. Bi yekî re şer dikir. Sê çar kesan ew dikişandin û hewl didan ku wî bavêjin nav wesayîtê. Dema min otomobîla xwe rawestand, bi çekê gef li me xwarin. Min bi xwe gazî polîsan kir û bûyer ragihand. Ev agahiyek rast e, bila ew eleqedar bibin.”
 
Heman kes dîsa parvekirinek kir û ev tiştan anî ziman, “Weke ku min duh nivîsand, saet 22:37’ê şevê li ser rêya Xarpêt-Dersimê jineke dirêj bi kapşonek reş û bi montek reş  tevlî nîqaşekê di navbera Toyotayek spî ya sivîl û wesayîteke zirxî ya polîsan de bû. Polîsên li wir nehiştin ez rawestim. Binêre, ez nizanim ka ew kes ev keçik bû yan na.”
 
C.K., ku wekî firoşkarê kolanan dixebite, di îfadeya xwe ya li qereqola polîsan de got:  “Wek firoşkarekî bazara serbixwe, ez di 5’ê Çileya 2020’an de ji bajarê Xarpêtê çûm navçeya Xozatê ya Dêrsimê. Heman rojê ez û hevalê xwe yê ku bi min re bû çûn îskeleya ferîbotê ya Pertekê. Em bi ferîbota saet 07.00’ê sibê ji Xarpetê ber bi Pertekê ve çûn û çûn herêma Xozatê. Piştî ku min karê xwe qedand, ez û hevalê xwe vegeriyan ber keştîgeha Pertekê. Demjimêra rast nayê bîra min, lê em di saet 17.00 êvarî an 17.30 êvarî de ji Pertekê ber bi Xarpetê ve li ferîbotê siwar bûn. Dema ez li ferîbotê siwar bûm, ez çûm qehwexaneya li wir da ku çay vexwim. Li ser dekê ferîbotê, min jinek dît ku temenê wê 25 bû, serê wê berjêr bûbû û digiriya. Min qet bala xwe neda por, cilên wê, giraniya wê, an jî bilindahiya wê. Jinek bejna wê navîn û du mêrên di temenê wan 30 salî li gel wê bûn. Piştî vexwarina çayê ez çûm. Çend roj şûnda, min di nûçeyan de bihîst ku keçek li Dêrsimê winda bûye. Dema min ew bihîst, hat bîra min ku dibe ku ew keçika li ser ferîbotê be. Lêbelê, min fêm kir ku ew jina ciwan a ku min li ser ferîbotê dîtibû ne ew bû.”
 
Ew rastiya ku jina ku wê rojê li ser ferîbotê digiriya, îhtîmalekê xûrte dibe ku hevalê herî nêzîk a Gulîstan Doku, Rojwelat Kizmaz be. Ev yek pirsa gelo Rojwelat Kizmaz dizanibû çi bi serê Gulîstan hatiye û çima ew di şert û mercên guman de jiyana xwe ji dest daye, derdixe holê.
 
‘Wan nîqaş kiriye’
 
Di îfadeya polîsan de derbarê nîqaşa di navbera Zaînal û Gulîstan de ev tişt hat gotin: “Min dît ku kesek bi zorê li nêzîkî wargeha keçan têxin nav otomobîleke spî ya bi plakaya 19 (çend navên kolanan hatibûn dayîn û hatibû nivîsandin ku otomobîl ji wir derbas bûye). Paşê me dît ku wesayît ber bi zeviyek vala ve diçû û jinek li pêşiyê bû. Hat destnîşankirin ku kesê di wesayîtê de Gulîstan Doku û yê mêr jî Zaînal Abakarov bû. Di hevpeyvîneke taybet de bi jinê (Gulîstan) re, wê diyar kir ku di navbera wê û mêr de nîqaşeke kurt çêbûye, lê wê nexwestiye gilî bike û xwest ku di zûtirîn dem ji vir biçe.”
 
Zaînal rasterast berdide
 
Xalek din a di dosyayê de derket holê ku piştî ku Zaînal Abakarov hate binçavkirin û piştî îfadeya wî hatiye girtin bavê wî yê Engîn Yucer geriyane. Polîs bêyî ku îfadeya Zaînal ji dozger re ragihîne an jî li dijî wî tu tedbîrekê bigire, Zeynal rasterast berdide.
 
‘Gulîstan got ku wê nîqaş kiriye’
 
Her wiha, her çend hate dîtin ku raporên derbarê Gulîstanê de bi berdewamî hatine paşguhkirin jî, kesekî din ku wekî îxbarek îfade daye got ku Gulîstanê jê re gotiye ku wê bi Zaînal Abakarov re nîqaşek kiriye û polîs hatine. Ew kes got: “Gulîstan got ku Zaînal hel da wê bi zorê têxe nav otomobîlê, dema ku dema ku wê red kir nîqaşek çêbû û piştre polîs hatin. Dûvre wê diyar kir ku wê ji polîsan re gotiye ku ti giliyek wê tune ye û ti tedbîr nehatiye girtin. Ji ber van hemûyan, ew dema têketina wargehê revandiye û nekarî biçe, Zeynal jê re gotiye ku ji ber van hemû yan dayik û bavê wî nîqaş kirine. Ew hat mala min, her tişt ji min re got û dû re çû raket. Wê sibê, bêyî ku taştêya ku min amade kiribû bixwe, wê got ku rewşa wê xirab e, dixwaze hinekî biçe gerê û dû re vegere wargehê. Min ew cara dawî di saet 09:30’an de dema ji malê derdiket dît. Tenê ev e tiştê ku ez dixwazim bibêjim.”
 
Bang polîsan nekir
 
Di îfadeya E.A., karmendekî Zanîngeha Munzurê, wekî şahidê 5’ê Çileya 2020’an vê yekê anî ziman, “Nêzîkî saet 16.40’ê êvarê, ez û hevkarê xwe ji zanîngehê derketin û ber bi navenda Dêrsimê ve çûn. Dema ku ez ji Dînarê derbas dibûm, jinek ku koteyek an parkayek tarî li xwe kiribû, rengê wê tam nay bîra min, li aliyê rastê yê rê ber bi bazarê ve dimeşiya. Di wê navberê de baran jî dibarî. Kapşonê montê hebû,  lê wê nedabû serê xwe. Ev jin hêdî hêdî dimeşiya. Min jin ji pişt ve dît; min rûyê wê nedît. Ji tiştê ku min dît, ew zirav bû, porê wê qehweyî yê vekirî bû. Dirêjahiya porê wê nayê bîra min ji ber ku ew di nav kincê wê de dirêj dibû. Nayê bîra min ka jinek çenteyek piştê hebû yan na. Min çend caran ew li ser televîzyonê dîtiye, lê nizanim ew kes Gulîstan e yan na. Piştî ku me ew li ser televîzyonê dît, min û hevalê xwe xwest ku em werin û vê agahiyê parve bikin, bi hêviya ku ew ê bi kêr bê.”
 
Hat hînbûn ku her çend E.A. di dema bûyerê de bi wesayîta xwe ji pirê derbas bûbû û wesayîta wî qeydkirî bû jî, polîsan ew gazî nekir, lê van kesan hesasiyet nîşan dan û piştî ku ji televîzyonê rewşê hîn bûn, çûn îfade bidin.
 
Nameya îhbarê
 
Belgeyeke din a ku me wergirt nameyeke îhbarê ye. Di nameya îhbarê de ev tişt hatiye gotin: “Têkiliya Gulîstan Doku bi kurê walî Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel ve hebû.” Lê belê Mustafa Turkay Sonel îfadeya ku li dozgeriyê da de got ku ew Gulîstan nasnake û wê bi tenê televîzyonan de dîtiye.
 
Ligel ku tirkî zane tercûman xwest
 
Xaleke din a girîng hat zanîn ku kiryar Zaînal Abakarov di dema lêpirsînê de daxwaza tercûmanê kiriye û diyar kiriye ku ew bi Tirkî nizane. Lêbelê, di belgeya ku me aîdê ji sala 2020’an e wergirtiye de, tê gotin ku di îfadeya ku piştî windabûna Gulîstan ji kiryar hatiye girtin de, wî gotiye ku ew tirkî dizane û fêm dike.