Li Agiriyê ji bo Gulîstan Doku çalakî

  • 15:35 21 Nîsan 2026
  • Rojane
AGIRÎ - Di daxuyaniya ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hat dayîn de, bal hat kişandin ser encamên doza Gulîstan Doku ku şeş sal û nîv e winda ye û hat gotin, "Windabûna Gülistan ne bûyerek tenê ye û encama siyaseta bêcezatiyê ye. Dev ji parastina sûcdaran berdin."
 
Li Agiriyê, bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  ji bo pirsîna li ser çarenûsa Gulîstan Doku ku ji 5'ê Çileya 2020'an vir ve winda ye û bal kişandina ser delîlên nû yên ku di lêpirsînê de derketine holê, daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku li Kolana Cumhuriyetê hat lidarxistin, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên din jî beşdar bûn. Daxuyaniyê de dirûşmeya " Kujeran beraet nekin darizînin" hat hat berzkirin. Daxuyaniya  ÎHD'ê Melek Gelturan xwend.
 
'Agahiyên ku piştî salan derketin holê'
 
Melek Gelturan diyar kir ku şeş sal û nîv di ser bûyerê re derbas bûne û bi saya hewldanên dozgera jin a ku cara yekem lêpirsîn kir, hin rastî derketine holê û wiha berdewam kir, "Derket holê ku Tuncay Sonel wê demê wekî waliyê Dêrsimê kar dikir, berpirsiyariyek girîng ji bo bûyerê digire ser xwe. Hat tespîtkirin ku Gökhan Ertok, polîsek ku niha di bin çavan  de ye û ji peywirê hatiye dûrxistin, 13 rojan piştî windabûna Gulistan SIM karta wê bikar aniye; wî hin dane veguheztine û yên din jê biriye, bi vî awayî delîl ji holê rakirine. Wisa xuya dike ku hin kesên di dozê de dest bi axaftin û îtîrafkirina li ser ka bûyer çawa qewimî ye kirine. Wekî din, li gorî agahiyên ku ji dosyaya lêpirsînê ji raya giştî re derketine, hatiye eşkerekirin ku di navbera serokê ewlehiyê yê Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel, Şukru Eroğlu de gelek caran têkilî hatiye danîn û dan û standina pere hatiye kirin."
 
'Kuştinên jinan siyasî ne'
 
Melek Gelturan bi bîr xist ku kuştinên jinan li herêmê pir zêde ne û got, "Mirinên bi gûman ên jinan ji kuştinên jinan ên bi kiryarên diyarkirî zêdetir in. Sedema sereke ya vê yekê ew e ku dewlet li dijî şîdeta li ser jinan û kuştinên jinan gavên pêwîst naavêje û şîdet di hemû warên jiyanê de bi karanîna wekî zimanê dewletê tê rewakirin. Wekî parêzvanên mafên mirovan ên jinan, em her tim dibêjin ku tundiya li ser jinan tundiya siyasî ye. Bêcezatiya 6 sal û nîvan a ku di pêşketinên derbarê windabûna Gulistan Doku de tê dîtin nîşana herî zelal a vê yekê ye."
 
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî"  bi dawî bû.