Tecrîd û zextên li girtîgehên rejîma Îranê girantir dibin!

  • 12:22 25 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tecrîd û zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Evînê her diçe girantir dibe. Di heman çarçoveyê de fermanek nû ji bo girtiyên siyasî yên jin hatiye derxistin ku beşdarbûna li her çalakiyê hatiye qedexekirin.
 
Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî têkildarî rewşa dayî ya li girtîgehên rejîma Îranê û zextên li ser girtiyên siyasî yên jin li girtîgeha Evînê raporek belav kir.
 
Di raporê de hate diyarkirin ku zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî yên jin di girtîgeha Evînê de zêde bûne. Hate ragihandin ku berpirsê girtîgehê fermaneke nû derxistiye ku girtiyên jin ji her cure beşdarbûna di kampanya ‘Sêşemên Na ji Darvekirinê re’ qedexe kiriye û hişyarî li ser encamên beşdarbûna wê daye.
 
Malperê da zanîn ku di fermanê de hatiye diyarkirin ku di egera beşdarbûnê de di her çalakiyek nerazîbûnê wek grev, berzkirina dirûşmeyan û kombûnan, dê girtiyan veguhezin hucreyên yek kesî û di heman demê de dê ji mafê peywendiya telefonê ya bi malbatên re bêpar bimînin.
 
Di rapora malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê de hate tekez kirin ku hucreyên yek kesî bi awayekî berfireh wek amûreke zextê li ser girtiyan tê bikaranîn û wek bersiva çalakiyên nerazîbûnê tên bikaranîn ku ev jî nîşaneya hewildana ji bo avakirina tirs û kontrolkirina di hundirê girtîgehê de ye.
 
Hêjayî gotinê ye ku li gel agirbest û aloziyên di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de, her diçe zext û polîtîkayên çewisandin û bêdengkirinê yên rejîma Îranê li kolan û girtîgehan dijwartir dibe. Hişyarî tê dayîn ku ev tundkirina sînor û zextan, rewşa girtiyên siyasî girantir dike û metirsiyê dixe ser jiyana girtiyan ku gelek ji wan bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.