Li Mêrsînê konferansa 'komunê'
- 12:56 28 Nîsan 2026
- Rojane
MÊRSÎN - Mehmet Ruştu Tiryakî ku di konferansa ku Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê li Mêrsînê li dar xist de axivî, got: “Biryarên ku li vir bên girtin, di heman demê de belgeya me ya helwestê ne."
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Mersînê bi dirûşmeya "Komun Şaredarî ye, Şaredarî Komun e" konferansek li dar xist. Konferans ku endamên meclisa şaredariyê yên ji Mêrsîn, Hatay, Edene û Konyayê beşdar bûn, li Qesra Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê hat lidarxistin. Konferans ku Hevberdevkên Ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsiyar Mehmet Ruştu Tiryaki û Canan Kebenç Ozkan jî beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Tiryakî ku axaftina vekirinê ya konferansê kir, diyar kir ku ew di rêveberiya herêmî de xwedî ezmûneke 27 salan e û ew du salan carekê konferansên bi vî rengî li dar dixin. Tiryakî destnîşan kir ku di van konferansan de, partiya wan rêveberiya herêmî û ekolojî jî di nav de gelek polîtîkayan diyar dike û got: "Em polîtîkayên xwe bi rexnekirin û xwerexnekirina tiştên ku me di demên berê de kirine û nekirine datînin holê. Biryarên ku li vir bên girtin jî belgeya me ya helwestê ne. Piştî ku konferansên herêmî biqedin, em ê di 8-9'ê Hezîranê de li Amedê konferansek navendî li dar bixin. Bila ev konferans bibin minasebeta azadkirina gelê Kurd û bi taybetî ya Rêberê Gelê Kurd."
Piştî axaftinê, sînevîzyonek hat nîşandan ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şaredariyên komunal nîşan dide.
Piştre konferans bi awayekî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.







