Xelata Ziman û Folklora Kurdî dan Zeynep Yaş
- 18:06 3 Gulan 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Xelata Kesên ku Ked Dane Lêkolînên Ziman û Folklora Kurdî ya îsal, dan Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Zeynep Yaş.
Komeleya Lêkolînên Folklor û Ziman a Mêrdînê, îsal duyemîn xelata "Kesên ku Ked Dane Lêkolînên Ziman û Folklora Kurdî" amade kir. Merasîma xelatê li avahiya Platforma Şaxên KESK’ê hat lidarxistin. Gelek nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û mêvan beşdarî merasîmê bûn. Di çarçoveya bernameyê de, bi moderatoriya nivîskar Tekîn Çîfçî gotûbêjek jî hate kirin.
Zeynep Yaş di axaftina xwe ya dema gotûbêjê de destnîşan kir ku parastin û pêşxistina zimanê Kurdî gelekî girîng e û Kurdî ne tenê amûra ragihandinê lê hilgirê dîrok û çandeke pir dewlemend e û ev tiştgot: "Xebatên ku ji bo xuyakirina ziman di qada cemaweriyê de tên kirin, piştgiriya li xebatên çandî û veguhestina folklorê bo nifşên nû dikin, hem bîra civakî xurt dikin hem jî xizmeta parastina zimanê me yê dayikê dikin."
Di gotûbêjê de koka zimanê Kurdî, pêşketina çanda devkî û girîngiya folklorê ya di pêvajoya dîrokî de hatin nirxandin. Piştî beşa pirs û bersivan bername bi dawî bû.
Di dawiya merasîmê de, ji ber ked û xebatên wê yên di qada ziman û folklora Kurdî de, xelat ji bo Zeynep Yaş hat dayîn.







