Li gumanbarê ku Esra Asena qetil kir cezayê muebetê
- 17:32 5 Gulan 2026
- Rojane
MERSÎN - Di doza gumanbar Mustafa Bangîz yê ku Esra Asene Temîr qetil kir, dadgehê cezayê muebetê li gumabar birî.
Runiştian doza gumanbar Mustafa Bangîz ku Esra Asena Temîr qetil kiribû li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Mersînê hat dîtin. Gumanbar Mustafa Bangîz bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû. Dayika Esra Asena Temîr, Asiye Temîr, bavê wê Mustafa Temîr û parêzerên wan li salonê amade bûn.
Heyeta dadgehê der barê gumanbar de ji sûcê ‘ji qestî jin kuştin’ cezayê muebetê birî.







