Seroka WMA: Dermanekirina Nêrgiz Mihemedî binpêkirina maf e
- 12:50 7 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Seroka Komeleya Bijîşkî ya Cîhanî (WMA) ragihand ku li ser rewşa tenduristiya Nêrgiz Mihemedî bi fikarin û bang li rayedarên Îranê kir ku demildest dermankirina bijîşkî ya guncaw ji bo Nêrgiz Mihemedî dabîn bikin.
Seroka Komeleya Bijîşkî ya Cîhanî Dr. Jacqueline Kitolo, derbarê rewşa Xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ya li girtîgeha rejîma Îranê, helwesta xwe nîşan da.
Dr. Jacqueline Kitolo ragihand ku bêparhiştina nexweşekê ji gihandina bi çavdêriya bijîşkî ya pêwîst di rewşên wiha de, binpêkirineke eşkere ya mafê tenduristiyê ye û jiyana wê dixe metirsiyeke ciddî de.
Her wiha destnîşan kir ku divê dewlet pabendî wê yekê bin ku girtî bi heman asta çavdêriya tenduristiya kesên asayî û bêyî tu cudahiyekê, bigihîjin dermankirina bijîşkî.
Dr. Jacqueline Kitolo bang li rayedarên Îranê kir ku gihîştina demildest û bê sînor a bi çavdêriya bijîşkî ji bo Nêrgiz Mihemedî dabîn bikin û got: “Divê Nêrgiz Mihemedî ji bo nexweşxaneyê were şandin û bi amûrên baş ji aliyê bijîşkên pispor ve bê dermankirin.”
Hêjayî gotinê ye ku di 1’ê Gulanê de, Nêrgiz Mihemedî li girtîgeha Zencanê piştî ku du caran ji hişê xwe çû, krîza dil derbas kir û bi lezgînî rakirin nexweşxaneyeke Zencanê. Roja 5’ê Gulanê jî, parêzera Nêrgiz Mihemedî Şîrîn Erdekanî ragihand ku jiyana vê girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî di metirsiyeke mezin de ye û niha malbata wê hewl dide wê li jiyanê bihêle.







