Hevşaredar Serra Bucak: Divê ruhê demokrasiya herêmî bê rojanekirin

  • 15:38 12 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku divê şertên astengkar der barê Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de bên rakirin, dawî li tayînkirina qeyûman bê û pergala hevşaredariyê ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku jin aktorên bingehîn ên piştevaniya komunî ne û destnîşan kir ku divê şertên astengker ên di Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de bên rakirin û ruhê demokrasiya herêmî ji nû ve bê rojanekirin. Kargeha Civata Giştî ya 5an a Serdema 13an a Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredariyan û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) hate çêkirin. Kargeha ku li oteleke navçeya Yenîşehîrê hate darxistin, li gel Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, endamên meclîsê, rêveber û endamên sendîkayê beşdar bûn.
 
Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku sernavên ku tên bidestgirtin pir girîng in û destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku di qada xwe de jî li ser xebat û sernavên wekî hev nîqaş dikin ka cewherê meseleya rêveberiyên herêmî yên demokratîk çawa dikare bi perspektîfeke hîn beşdar, şeffaf, hesabdêr û azadîxwaziya jinan bi pêş ve biçe; her weha anî ziman ku piştgiriya rasterast û xurtkirina sendîkayê ya ji bo van nîqaşan pir bi wate ye.
 
Hevşaredar Serra Bucak bal kişand ser tecrûbeya dîrokî ya rêveberiyên herêmî û giringiya xurtkirina têgihîştina rêveberiya herêmî ya beşdar di avakirina civaka demokratîk û aştiyê de nîşan da. Hevşaredar Bucak weha axivî: "Wekî ku hûn jî dizanin, em wekî rêveberiyên herêmî, şaredariyên gel û şaredariyên civakê ji ezmûnên giring ên demokratîk ên wekî Terzî Fîkrî, Edîp Solmaz û Hîlvan 1978an hatine vê rojê; lê dema em hatine van rojan, helbet em bi gelek hewldanên derbeyan û qeyûman re rûbirû man. Bi vê têgihîştinê, bi vê perspektîfê û bi vê berpirsiyariyê em çawa dikarin vê yekê mezin bikin? Di pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyê de ku li welatê me berdewam dike û divê teqez xurt bibe, em çawa dikarin vê nêzîkatiya xwe ya demokratîk a beşdar bikin rojeva bingehîn a welat; ango bikin parçeyek ji dînamîkên herêmî, dînamîkên bajêr, navçeyan û gundan? Ev babetên pir girîng in."