Li gundan civînên gel
- 16:27 17 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di axaftinên civînên gel ên li Elkê û Qilebanê de diyar kir ku “Meşa Azadiyê” ya sala 2024’an maseya aştiyê daye avakirin û wiha got: “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Drmokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” li gundê Bêrman ê navçeya Elkê ya Şirnexê û gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê tev li civînên gel bû. Gelek xelkê van gundan jî tev li civînan bû û li ser pêvajoyê pirsên xwe ji siyasetmedaran kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di civîna li gundê Bêrmanê de axivî û anî ziman ku hewcehiya wan bi piştgiriya gel a xurt heye.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a gundê Bêrmanê de diyar kir ku siyaseta Tirkiye heya îro siyaseta mijûlkirinê pêk aniye û wiha got: “Di siyaseta Tirkiyê de gotinek heye û dibêje çareserkirina pirsgirêka Kurd li Amedê re derbas dibe. Ev gotin weke siyaset heya îro hatiye gotin. Lê îro maseyê hatiye avakirin û ev mase bi keda Rêber Abdullah Ocalan, keda gelê me hatiye avakirin. Ger baweriya Rêberê me bi jin, ciwan ê gel nebûya ev gava mezin nediavêt. Ji îro pêde kêliyek demê me nemaye ku em li benda pergalê bin. Dema me bi keda xwe ev pêvajoya bire serî weke Kurdistana bihûşt, jiyanek bihûştî li benda me ye.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew dixwazin gel jî gotina xwe ji bo aştiyê bibêje û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin gelê me yê ku ked daye vê pêvajoyê gotina xwe bêje. Ji ber ku em nikarin pirsgirêka Kurd bihêlin nav destê dewlet û hikumetê. Em bi xwe xwe divê pirsgirêka xwe çareser bikin û li benda tu kesî nemînin. Îro bîrdoziya jina Kurd li tevahî cîhanê belav bûye û ev hêza jina Kurd wê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bike. Gelê Kurd di nava dîrokê de rêyek gelek dirêj meşiyaye û navek ê gelê Kurd heye. Di cîhanê de gelê Kurd bi meşa azadiyê û demokrasiyê tê nasîn. Îro vê meşê maseyek daye avakirin û li ser vî maseyî Rêber Ocalan heye.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar li civîna gel a gundê Elemûnê derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got ku azadiya gelê Kurd li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin û wiha axivî: “Rêber Apo hebûna gelê Kurd e û dewleta Tirkiye vê yekê dizane. Ji ber vê yekê Rêber Ocalan vaye 27 sal in di zindanê de di nava tecrîdê de tê girtin. Dewlet baş dizane bîrdoziya Rêbertiyê li Rojava, li Rojhilat li ser meriyetê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin azadiya Rêbertiyê azadiya gelê Kurd e.”
Çîgdem Kiliçgun Ûçar herî dawî bangewaziya beşdariya mitînga ji bo azadiya Ocalan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Herî dawî em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêber Ocalan û azadiya gelê Kurd tev li mitînga 28ê hezîranê ya li Amedê were lidarxistin bibin.”
Welatiyên ku tev li civînan bûne derbarê pêvajoyê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku baweriya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye ku aştiyê bîne vî welatî. Her wiha welatiyan diyar kirin ku dewlet û AKP ji bo gav avêtinê gelekî qels dimîne û divê dewlet rojek berî rojekî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre dê li navenda Qileban û navenda Şirnexê jî tev li civînên gel bibe.







