‘Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasî girêdayê hev in’

  • 09:05 20 Hezîran 2026
  • Rojane
Devrîm Findik
 
STENBOL - Nuray Turkmen piştî Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn nirxandin kir û balkişand ser girîngiya xeta têkoşîna piranî ya li dijî feraseta yekparêz û got: “Navbera çareseriya prisgirêka Kurd û têkoşîna demokrasiyê de têkiliyek organîk heye. Her du girêdayê hev in.”
 
Her wiha di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê bi banga gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û hunermend konferansa "Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn" pêk hat. Siyasetmedar, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî tevlî konferansê bûn û eleqeyek mezin hat nîşandan. Di konferansê de tespîtkirina pirsgirêkan, welatibûna wekhev, avakirina jiyana hevpar, rola pêşeng a jinan û bi nasnameya xwe heyî, nîqaşên heqîqet û rûhevhatinê hatin nîqaşkirin. 
 
Yek ji kesên tevli konferansê bû akademîsyen Nuray Turkmen bû. Nuray Turkmen der barê armanc û encama konferansê de axivî.
 
‘Em li dijî feraseta yekparêz hatin gel hev’
 
Nuray Turkmen da zanîn ku dema profîla axaftvan û heyeta bangewaz a konferansê diyar kirine, pirbawerî, nasnameyiya civakê esas girtine û ji nûneriyê wêdetir, pirsgirêk û êşên tên jiyîn hedef kirine. Nuray Turkmen got feraseta yekparêz ya serdest, kesên bindest zêde kirine û wiha pêdeçû: “Bêguman di konferansê de yên kêm mane hene. Ji ber li vî welatî, li ser vê axê yên ji derve hatine hiştin gelek in… Ew feraseta yekparêz yên di plana dawî de dihêle gelek zêde dike. Me hewl da di konferansê de hevkariya van pirsgirêk û êşan îfade bikin.”
 
Mijara Kurd û demokrasî
 
Nuray Turkmen balkişand ser encamnameya konferansê û da zanîn ku ev hevdîtin ne ya dawiye, destpêkek rastîn dibînin û wiha bil êv kir: “Îfadekirina îradeya ya derketiye holê wê di gotinê de nemîne û me berpirsyariyek çalakbûnê daye ser xwe. Di konferansê de du xetên esas derketin holê. Mijara Kurd û têkoşîna demokrasiyê. Ev her du ji hev cuda nînin. Me bi vê hevdîtinê ev got; navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û têkoşîna demokrasiyê de têkiliyek organîk heye. Ev her du girêdayê hev in. Me di konferansê de ev anî ziman.”
 
Xeta duyemîn: Dijdemokratîkbûna 100 salî
 
Nuray Turkmen balkişand ser dijdemokratîkbûna ji avabûna komarê heta niha hatiye û di vê mijarê de jî wiha got: “Di vir de têkiliyeke berdewamkirinê û şikestinê heye. Di sedsala komarê de kêmasî hene yanî dijdemokratîkbûn di nav xwe de hewandiye. Me ev anî ziman û got dijdemokratîkbûnê yeparêzî zêde kiriye.”
 
‘Dengê herî zêde tê bihistin’
 
Nuray Turkmen destnîşan kir ku pêvajoyên demokratîkbûn û avakirina aştiyê de gotina jinan her tim hebûye û lê rexneyên der barê hejmara kêm a axaftinkerên jin ya di konferansê de di cih de ne. Nuray Turkmen wiha dirêjî dayê: “Tevlibûna jinan zêde bû. Eleqe zêde bû. Lê hejmara jinên axaftinker kêm bû. Di vê mijarê de rexne hebûn. Me hewl da lê kêmasiyên me hebûn. Ji vir şûnde em ê hewl bibin vê kêmasiyê ji holê rabikin. Jin bi têkoşîna xwe bi salane xwe heyî dikin; di demên herî bêdeng de yên dengê wan derdikeve jin bûn. ”
 
‘Zarok û ciwan kirdeyên niha ne’
 
Nuray Turkmen di berdewamiyê de wiha got: “Di pêvajoyên aştî û demokratîkbûnê de zarok û ciwan pir caran ji nedîtî ve tên an jî tenê wek ‘kirdeyên pêşerojê’ tên dîtin. Lê em vê re dikin. Me gotina dawî ya konferansê ji delegeyekî ciwan re (Mehmet Ugur Korkmaz) re hişt. Em dibêjin ku zarok û ciwan kirdeyên niha ne. Divê ew jî gotina xwe bêjin, nîqaş bikin, gotinên wan bên guhdarkirin. 
 
Xeta têkoşîneke nû
 
Nuray Turkmen der barê xebatên ku wê bikin de wiha got: “Komek bangewaz a ku berprsiyariyê digire heye. Em hevdîtinan tenê bi Stenbolê sînor nagirin. Em bibin bajarên din jî. Em ê bi têkiliya akademîsyen kesê dizane neçin herêman. Em behsa hevdîtinên li herêman dikin. Li dijî zemîna dijdemokratîkbûnê wek însiyatîfeke sivîl û rewşenbîran em ê bi hev re bixebitin û berpirsyariya xwe bînin cih.”