Li dijî biryara der barê Ayşe Gokkan bertek: Ceza li jinan hatiye birîn!

  • 19:06 20 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED – Di protestoyên li  dijî 19 sal û 6 meh cezayê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê ve li berdevka berê ya TJA’yê Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye hatiye birîn, pêk hat de wiha hate gotin: “Biryarên ku têkoşîn û piştevaniya jinan hedef digirin, zirarê didin nirxên civaka demokratîk û mafan.”
 
DAKAP'ê, li dijî cezayê 19 sal û 6 meh ê girtîgehê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê ve li berdevka berê ya TJA Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, daxuyanî da. Daxuyaniya ku li ber Edliya Amedê hat dayîn de gelek jin beşdar bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka DBP'ê Ruçem Vefa Elyakut ve hat xwendin.
 
Ruçem Vefa Elyakut, cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir û got ku cezakirina Ayşe Gokkan ku bi salan e ji bo mafên jinan têdikoşe, ne tenê wekî êrîşek li ser wê tê dîtin, lê di heman demê de wekî destwerdanek li têkoşîna jinan a ji bo wekhevî, azadî û edaletê jî tê dîtin. Ruçem Vefa Elyakut, wiha domand: "Nayê qebûlkirin ku aktîvîstên jin ên ku mafê jiyanê yê jinan, daxwaza wan a hemwelatîbûna wekhev û têkoşîna wan a ji bo azadiyê diparêzin, bi rêya dadweriyê werin bêdengkirin. Biryarên bi vî rengî yên ku yekîtî û têkoşîna jinan hedef digirin, zirarê didin nirxên civaka demokratîk û mafên bingehîn ên wan."
 
'Em qebûl nakin'
 
Ruçem Vefa Elyakut, destnîşan kir ku cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn wek gefê li têkoşîna azadiya jinan a ku bi salan e bi berdêlên giran dimeşînin, dixwe û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Lê belê, têkoşîna jinan ji bo wekhevî, azadî û edaletê bi zext û cezakirinê nayê rawestandin. Em careke din piştevaniya xwe bi Ayşe Gokkan re diyar dikin û em ji raya giştî re radigihînin ku em ê li dijî krîmînalîzekirina parêzvanên mafên jinan, veguherandina qanûnê bo amûrek zextê û hedefgirtina têkoşîna jinan dengê xwe bilind bikin. Piştevaniya jinê dide jiyîn. Têkoşîna azadiya jinê nayê bêdeng kirin."
 
Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî cezayê hat birîn şermezar kir û got, "Eger siyaseta demokratîk mudaxele neke û jin dengê xwe dernexin, wê demê em tundiyê qebûl nakin. Ji vê yekê, em dibînin ku avahiyên di nav dewletê de ku beşek ji vê pêvajoyê ne, bi awayekî yekgirtî û entegre tevnagerin. Ev nîşan dide ku nêzîkatî û helwestên cûda li hember pêvajoyê hene."
 
Daxuyanî bi diruşmeya "jin Jiyan azadî" bi dawî bû.
 
Şirnex
 
Li Şirnexê jî Tevgera Jinên Azad (TJA), li Klana Hunerê ya Cizîrê daxuyanî da. Gelek jin û rêxistinên civak asivîl tevli daxuyaniyê bûn.
 
Metna daxuyaniyê aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan xwend.
 
‘Ceza nikarin berxwedana me rawestîne’
 
Parlamenera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal di daxuyaniyê de axivî û got: “Ayşe Gokkan ji bo gelê xwe ji bo jinan gelek berxwe da. Li Nisêbînê li dijî dîwarên sînor bi rojan berxwe da. Niha girtiye. Ceza lê hatiye birÎn. Em dizanin ku ew ceza di şexsê wê de li hemû jinan hatiye birîn. Em jinên Şirnexê sekna wê silav dikin. Berxwedana wê berxwedaname ye. Bi cezayan nikarin berxwedana me rawestînin.