Oznur Deger ku der barê wê de biryara girtinê hat derxistin hat berdan
- 18:03 25 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Rojnameger Oznur Deger ku bi hinceta îfadeya wê heye der barê wê de biryara girtinê hat dayîn, piştî îfadeya li Edliyeya Stenbolê da hat berdan.
Der barê Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger de ji aliyê Yekemîn Dadgeha Ceza Asliyeyê ya Mîdyadê ve bi hinceta îfadeya wê heye biryara girtinê hat derxistin. Oznur Deger îro ligel parêzerê xwe li 23’emîn Dadgeha Ceza Asliyeyê ya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê îfade da û piştre hat berdan.







