Li Efganistanê10 jin hatin binçavkirin

  • 12:21 3 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Heratê yê Efganistanê, tîmên ser bi Wezareta Fermankirina Qenciyê ya Talîbanê, bi hinceta “guhnedana rêzikên hicabê û cilan” li devera bazarê nêzî 10 jin û keç bi şêwazekî rûreşker binçav kirin û birin cihekî nediyar.
 
Li Efganistanê zextên li ser jinan zêde dibin. Li bajarê Heratê, tîmên ser bi Wezareta Fermankirina Qenciyê û Rêgirtina li Xerabiyê nêzî 10 jin û keçên ciwan binçav kirin.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî, ev binçavkirin li devera bazarê ya Heratê ku wekî “64 Metre” tê nasîn pêk hatine. Hat ragihandin ku jin bi hinceta li gorî rêzikên cilên Talîbanê tevnegeriyane hatine binçavkirin.
 
Jin piştî lêpirsînê hatin binçavkirin
 
Çavkaniyên herêmî di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Jinên Efgan de diyar kirin ku peywirdarên jin ên ser bi Talîbanê ve, jinan bi hinceta ku çarşefa nimêjê û maskeya rû bi kar neanîne dane sekinandin û piştî lêpirsînê ew binçav kirine.
 
Çavkaniyan dan zanîn ku jinên hatine binçavkirin piştre birine cihekî nediyar.
 
Şahid: Jin li ber çavên xelkê hatin rûreşkirin
 
Kesekî ku şahidî ji bûyerê re kiriye, destnîşan kir ku berpirsên Talîbanê beriya ku jinan siwarî wesayîdan bikin, li pêşberî şêniyan heqaret li wan kirine û tevgerên rûreşker nîşan dane. Heman şahidî got ku wesayîdên spî yên Wezareta Fermankirina Qenciyê û Rêgirtina li Xerabiyê li qada bazarê geriyane û piştî hatine herêmê gelek jin û zarok binçav kirine.
 
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê di bazarê de tirs û panîk çêbûye û ji bo ku neyên binçavkirin gelek jin ji herêmê dûr ketine.
 
Ji Talîbanê daxuyaniyek nehat dayîn
 
Rayedarên Talîbanê der barê binçavkirinan an jî çarenûsa jinan de daxuyaniyeke fermî nedan. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku di bûyerên bi vî rengî de jî der barê cihê ku jin lê tên girtin, rewşa wan a tenduristiyê yan jî kengê bên berdan tu agahî ji raya giştî re nayên parvekirin.
 
Zextên li ser jinan zêde dibin
 
Hefteyên dawî bi taybetî li bajarên Herat, Kabûl û Belhê, gelek nûçe hatin weşandin hat diyarkirin ku Talîbanê bi hinceta “guhnedana rêzikên hicaba şerî” binçavkirina jinan zêde kirine.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî, tîmên Talîbanê li bazaran, kolanan û cihên din ên giştî digerin; jinên ku li gorî wan rêzikên kincan binpê dikin binçav dikin û dibin qereqol an jî girtîgehan.
 
Binçavkirina jinan a ji ber cilên wan, berdewam dike dibe sedema nerazîbûna saziyên navdewletî yên mafên mirovan û rêxistinên mafên jinan. Rêxistinên mafan tekez dikin ku binçavkirina kêfî ya jinan ji ber şêwazê cilûbergan, wekî binpêkirina maf û azadiya bingehîn, binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye jî.