Ji bo Zarîn Akbaş mewlut hat dayîn
- 16:02 8 Tîrmeh 2026
- Rojane
BEDLÎS - Ji bo Zarîn Akbaş a ku di encama êrîşên Îranê de jiyana xwe ji dest da li mala malbata wê mewlut hat dayîn.
Ji bo Zarîn Akbaş ( Arjîn Garzan) a ku di 28'ê Hezîranê di encama êrîşên Îranê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Çorsen ê navçeya Tetwana Bedlîsê mewlut hat dayîn. Mewluda ku li mala malbata Zarîn Akbaş hat dayîn gelek siyasetmedar, nûnerên rêxisitnên saziyên sivîl û gelek welatî tevli bûn.
Mewlut bi duayên ku ji bo Zarîn Akbaş hatin kirin bi dawî bû.







