‘Li dijî êrişan çare demokratîkbûna Îranê ye'
- 09:03 12 Tîrmeh 2026
- Rojane
Aysel Işik - Derya Ren
SILÊMANÎ - Berdevka Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger der barê berxwedana li Rojhilat û Îranê didome axivî û got: “Dema êrişên li hem ber Îranê zêde dibin hikûmeta Îranê jî êrişê jinan dike.” Endama KNK’ê Esrîn Sîne jî got yekane çareserî demokratîkbûna Îranê ye.
Piştî êrişên Israîl û DYA’yê yên li hember Îranê, zextên hikûmeta rejîmê ya liser civakê jî zêde bû. Êrişên rejîmê ne tenê li bajarên Îranê, li Rojhilat jî pêk bê û li dijî vê serhildanên mezin pêk bên. Serhildanên jinan yên roj bi roj mezin dibin, ji cîhanê re jî dibe mînak.
Berdevka Têkiliyên Karê Derve ya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger û Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Esrîn Sîne ji ajansa me re axivî.
Komara Îslamî çi qebûl dike?
Rozerîn Kemanger da zanîn ku li Rojhilata Navîn her tim şer bi destê dewletên cuda tê meşandin û di van pêvajoyan de guherîn tên jiyîn. Rozerîn Kemanger wiha got: “Dîzayna cîhanê ji nû ve tê kirin. Di vê dîzaynê de Rejîma Îranê cih digire. Vê pêvajoyê ji bo rejîma Îranê re hinek tişt tên gotin. Ev tên qebûlkirinê. Em vê parçeyek pêvajoyê dibînin. Hevdîtin, peyman tên kirin, lê bi destê dewletên din bi Îranê hinek tişt tên qebûlkirin. Îran hinek tiştan qebûl neke şer jî giran dibe.”
‘Hikûmeta Îranê jî êrişê jinan dike’
Rozerîn Kemanger da zanîn ku Îran ligel şerê li dijî derve dide li ser gelê xwe jî zextên mezin dike û wiha got: “Bi taybet li ser jinan û li ser hemû civakê zextên mezin dike. Qetilkirin, zext, girtin, darvekirin. Cezayên giran li jinan dibire. Ev rewş veguheriye siyaseta rejîmê. Di dîroka Îranê de jinan her tim dengê xwe bilind kirine. Di serhildanên mezin de jinan pêşengî kiriye. Di serhildana jin jiyan azadî de jî xwe bi awayekî xurt nîşan daye. Serhildana jin jiyan azadî ne tenê têkoşîna zayendê heman demê de bû wesîleya yekitiya jinên navneteweyî. Serhildana Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê deng da. Rejîma Îranê ji ber ji jinan ditirse êrişan li her qadê didomîne. Lê jin li her qadê bi nasnameya xwe hebûna xwe parastine.”
‘Daxwaza xweseriyê ji bo hemû jinan e’
Esrîn Sîne jî da zanîn rola jinan di alî Rojhilatê Kurdistanê de girîng e û wiha vegot: “Bi serhildana Jin Jiyan Azadî gavên girîng hatin avêtin. Dema serhildanê de ne tenê li Rojhilat li hemû cîhanê jinan deng da. Daxwaza azadiyê ji bo hemû jinan bû. Daxwaza xweseriyê ji bo hemû jinan bû.”
Li Rojhilat destkeftiyên jinan
Esrîn Sîne balkişand ser xebatên jinan yên li Rojhilata Navîn û wiha bi lêv kir: “Xebatên jinan di astek girîng de ye. Jin di civakê de xwedî roleke ku pirsgirêkan bi mêran re çareser bike ye. Pozîsyona pêşengiya xurt digirin ser xwe. Jin ji perwerdehiyê heta siyasetê di gelek qadan de bûn xwedî nasname. Ev ji bo jinan destkeftiya mezine. Rejîma Îranê zextên li ser jinan zêde kirine. Ev zext mijara zînniyetê ye. Lê jin li her derê li dijî vê zîhniyeta netew dewletê têkoşînê dimeşîne. Ji ber vê yeke ku pergal ji hêza jinê ditirse û hedef digire. Rola siyasetmedarên jin pir girîng e. Ji ber vê ye ku îro îşkence li girtiyên siyasî yên jin tên kirin.”
Yekane çareserî
Esrîn Sîne daxuyakirin ku rejîma Îranê li dijî demokrasiyê ye û wiha bi lêv kir: “Li dijî demokrasî û azadiyê rejîmek heye. Demokrasî berfirehe, li cihê demokrasî hebe mafê hemû zindiyan li ber çavan tê girtin. Dvê azadiya fikr û ramanê hebe. Divê zîhniyeta rejîmê biguhere. Yekane çareserî demokratîkbûna Îranê ye."







