Semsûriyan pêvajo nirxandin: Bila tecrîd bidawî be
- 09:02 15 Tîrmeh 2026
- Rojane
Gulistan Gulmuş
SEMSÛR - Semsûriyan diyar kirin ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser keve divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî be û wiha gotin: “Divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê. Ev daxwazeke civakî ye.”
Di ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de salek û nîv derbas bûye lê hîna jî dewletê gavek navêtiye. Qanûnên divê bihata meclîsê nehatine û ev du meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin, serlêdanên Abdullah Ocalan tên redkirin. Jinên Semsûrî der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
‘Divê dawî li polîtîkayên tecrîdê bê’
Yeşîm Uzun da zanîn ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û sererastkirinên qanûnî bên kirin û got: “Divê demildest dawî li polîtîkayên tecrîdê bên. Êdî ev daxwazeke civakî ye. Divê gavên qanûnî bên avêtin. Divê demildest bikevin jiyanê û ev tecrîd rabe.”
‘Divê qanûn bên derxistin’
Şehrîban Uzun jî balkişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: “Divê serok bê berdan. Bi salan e em dibêjin aştî. Divê demildest qanûn bên derxistin. Girtiyên siyasî bên berdan.”
‘Em bi serokê xwe bawer in’
Husniye Comert jî bi lêv kir ku ew der barê pêvajoyê de bi hêvî ne û wiha domand: “Şertên Abdullah Ocalan tên sînorkirin. Em ji pêvajoyê bi hêvî ne lê divê dewlet vê hêviya me vala dernexîne. Divê qanûn bên derxistin û êdî aştî bê avakirin.”
‘Wê heta ku derê bidome ? ’
Dayika aştiyê Sîtî Ozturk jî balkişand ser rewşa girtiyên siyasî û wiha domand: “50 sal in em têdikoşin. Divê êdî aştî bê. Kezeba me şewitî bila yên kesên din neşewite. Bila girtî bên berdan. Kurê min Sînan Ozturk di 92’yan de şehîd ket. Em hemû xwişk û bira ne em aştiyê dixwazin.”
Dayika Zîne Tumen jî got kurê wê Îsmaîl Tumen li Çiyayê Bêzar di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye û wiha bi lêv kir: “Du zarokên min şehîd ketin. Cihê her duyan jî ne diyar e. Bila girtî bên berdan, yên surgunê bên û cihê gorên zarokên me bên diyarkirin.”







