Ji jinên Êzidî kampanyaya navneteweyî:Bibin dengê girtiyên fermanê

  • 22:02 17 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ), tevî rêxistinên jinên Êzîdî yên li Sûriye, Rûsya û Ermenistanê bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku wan di salvegera 12’an a komkujiya Şengalê de pêngaveke navnetewî dane destpêkirin.
 
Pêngav bi dirûşmeya “Ji Bo Edalet û Azadî – Tû jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” îro (17’yê Tîrmehê) destpê kir û wê heta 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, berdewam bike.
 
Daxuyanî bi amdebûna endamên TAJÊ li çerxeriya Mam Zekî a li bajarokê Sinûnê ji aliyê Berdevka Komîteya Têkiliyên derve a TAJÊ’ê Rîham Hiço ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Fermana 3’yê Tebaxê hatine bibîranîn û wiha dewam kir: ”Di 03.Tebaxa 2014´an de DAIŞ’ê li dijî civaka me qirkirina fîzîkî û çandî pêk anî. Fermana ku li ser civakê dan destpêkirin, di bingeh de fermaneke armanckirî û pergalî li dijî jinên Êzidî bû. Di şexsê jinê de xwestin bi Fermana 74´an civaka me li ser rûyê erdê tune bikin.Bi nêzîkbûna salvegera fermanê, ku 12 salên xwe temam dike, em hemû cangorî û qurbanîyên fermanê bibîrtînin, careke din êş û birînên civaka xwe parve dikin.”
 
Bi hezaran jin û zarok hatin revandin
 
Di berdewamiyê de wiha hate gotin:”Di dîroka civaka me de ew roj weke Jenosîd û Femînîsîda li dijî mirovahiyê hat nivîsandin. Di sedsala 21´e mîn de ev sucê qirkirinê yê li dijî civaka me hat kirin, di esasê xwede suceke li dijî nirxên mirovahiyê, li dijî hebûn, çand, nasname û pîroziyên gelekî bûn. Li dijî çanda dayikxwaz sûceke giran bû ku, hîna jî li benda hesab xwestinê ye. Di vê Jenosîd û Femînîsdê bi hezaran kes hatin kuştin, revandin û li bazaran hatin firotin. Mirovên me yê ji fermanê rizgar bûne jî, bi deh hezaran ji mal û cih warê xwe hatin derxistin, Bi hezeran jin-keç û zarok hatin revandin, kirin kole, bidestdirêjî, tûndiya derûnî û fîzîkî re rû bi rû man.
 
Heta niha 19 welatan, gelek sazî û rexistinên navnetewî fermana li dijî civaka me, weke jenosîd fermî nas kirine lê ev naskirin bes nîne. Ev femînîsîd û jenosîd, heta nuha bi gelek şêwazên pergalî li dijî civaka me berdewam e. Gelek aliyên siyasî û hevkarên vê sûcê giran bi zanebûn armanc dikin ku rastiya fermanê tarî bikin û sûcên hatine kirin bidin jibîrkirin. Ev hewldan li ser her ferdeke civaka me bi rêbazên taybet û zirav tê ferzkirin.
 
Çawa ku 12 salin em li dîlgirtiyên fermanê dipirsin, ji bo rakirina gorên komî hesab dixwezin, em dîsa dibêjin heta yek windahiyê me û goreke komî li erdê be, em ê ji sûcdarên fermanê hesab bipirsin û li hemberî vê sûcê mirovahiyê bêndeng nebin.
 
Bi vê berpirsyariyê em weke TAJÊ, SMJÊ û hemû sazî û rêxistinên jinên Êzidî bi rasthatina 12’e mîn salvegera a fermanê ji bo jin-zarok û mirovên me yê winda pêngava bi dirûşmeya:“Ji Bo Edalet û Azadî – Tû jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” dest pê dikin. Ev pêngav ji 17’ê Tîrmehê destpê dike û heta roja tekoşîna li dijî tûndiya li ser jinê roja 25’ê Mijdarê wê berdewam bike.
 
Bîranîna jenosîdê tenê bi daxûyanî anîna ser ziman nayê parastin. Ew bi berpirsiyarî û bi xebatên şênber tê parastin. Divê sûçdar bên darizandin û hesab ji wan bê xwestin. Ger cîhan li hemberî vê sûcê giran bêdeng bimîne, wê ev sûc û kiryar li ser tevahî jinên cîhanê rewa bê dîtin. Îro jî di encama şeran de jin û civak bi xeteriya qirkirinê re rûberû ne. Em dibêjin yek jin jî, divê rastî van hovîtiyên dijmirovî neyê.
 
Heta ku hemû jinên winda neyên dîtin û aqûbeta 2.700 mirovên me neyên eşkerekirin û heta ku edalet neyê bicihanîn, wê têkoşîna me berdewam bike.
 
Li ser vê bingehê em bang li sazî û rêxistinên jinan ên cîhanî dikin, bang li Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, li hemû dewletên ku ferman weke jenosîd naskirine, rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan, sazîyên çapemenî û ragihandinê û hemû kesên bi mafê wekhevî û demokrasiyê bawerin dikin, guh bidin vê pêngavê û erkên xwe yên mirovî bicih bînin.
 
Sazî û Rêxistinên Jinên Êzidî
 
*Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ)
 
*Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî-Almanya (SMJÊ)
 
*Yekîtiya Jinên Êzidî- Sûriye (YJÊS)
 
*Jinên Êzidî Rûsya
 
*Jinên Êzidî Ermenistan”