ALO 153’yê dest bi xizmeta bi Kirmanckî kir
- 15:15 25 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên şaredariya pirzimanî de li Navenda Bangê ya ALO 153’yê dest bi xizmetdana bi Kirmanckî kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên xizmeta pirzimanî ya bi feraseta şaredariya civakî bi rê ve dibe, firehtir dike. Li Navenda Bangê ya ALO 153’yê ku girêdayî Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re ye, piştî Tirkî û Kurmancî êdî bi Kirmanckî jî dê xizmet pêşkêş bike.
Bi vê sepana nû ya ku li navenda bangê ket ber xizmetê ku her roj bi hezaran welatî bêyî ku biçin avahiya şaredariyê daxwaz, pêşniyar û gilîyên xwe ragihînin, tê armanckirin ku welatiyên bi Kirmanckî axêv baştir û hêsantir bigihêjin xizmetên şaredariyê.
Berpirsiyarê Navenda Piştgiriyê ya ALO 153’yê Ahvelat Turhalli diyar kir ku xebatên xizmeta pirzimanî yên li navenda bangê li ser daxwazên welatiyan hatine pêşxistin. Ahvelat Turhalli destnîşan kir ku di sala 2024’an de dema ku wan dest bi kar kir, li navenda bangê tenê bi Tirkî xizmet dihat dayîn û welatiyan ji bilî zimanê xwe yê dayikê di danîna têkiliyê de zehmetî dikişandin.
AhvelatTurhalli anî ziman ku li ser vê yekê di Gulana 2025’an de wan dest bi xizmeta bi Kurdî (Kurmancî) kiriye û vê pêkanînê di demeke kurt de eleqeyeke mezin dîtiye.
Ahvelat Turhalli diyar kir ku nexasim ji welatiyên ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye bersivên gelek erênî girtine û got: “Welatiyên me dibêjin ku ew pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe gelekî hêsantir tînin ziman. Di heman demê de ji bo xizmetdana bi Kirmanckî jî daxwaz ji me re hatin. Piştî amadekariyan, me dest bi xizmeta bi Kirmanckî kir.”
Ahvelat Turhalli diyar kir ku wan bi 9 xebatkaran dest bi kar kiriye û li gorî zêdebûna daxwaza xizmeta bi Kirmanckî ew ê hejmara xebatkaran zêde bikin û got: “Em plan dikin ku li gorî hewcedariyên gelê bajêr, xizmeta bi Erebî û Îngilîzî jî bidin. Armanca me ew e ku kî bi kîjan zimanî bixwaze biaxive, bikaribe bi wî zimanî ji xizmetên şaredariyê sûd werbigire.”







