Di lêpirsîna Gulistan Doku de 18 binçavkirin

  • 10:56 27 Tîrmeh 2026
  • Rojane
DÊRSÎM- Di lêpirsîna Gulistan Doku de biryara binçavkirina 19 kesên din hate dayin. Polîs jî di nav de 18 gumanbar hatin binçavkirin.
 
Di lêpirsîna têkildarî Gulistan Doku de ku sala 2020'î li Dersimê hate windakirin, li 15 bajaran biryara binçavkirina 19 gumanbaran hate dayin.
 
Di lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve tê meşandin, li 21 navnîşanan 18 gumanbar hatin binçavkirin.
 
Hate ragihandin ku binçavkirî li qereqolê têne ragirtin.