Xalîde Bufdeş bû seroka parlamentoya Cezayîrê
- 13:12 30 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji serxwebûna Cezayîrê ya sala 1962’an ve, bi cara yekem jinek bû seroka parlamentoyê.
Li cîhanê her diçe jin di qad û cihên îdarî, rêveberî û dîplomasiyê de erk û statûyên giring zêdetir werdigirin. Li Cezayîrê piştî serxwebûna sala 1962’an ve, bi cara yekem jinek wek seroka parlamentoyê hate hilbijartin.
Di rûniştina dawî ya Parlamentoya Cezayîrê de bi piraniya dengan Xalîde Bufdeş ya 44 salî, wek seroka parlamentoyê hate destnîşankirin.
Ji giştî 366 dengan Bofdeş 302 dengan bi destxist û li beramberî hevrîkên xwe yên mêr bi ser bikeve. Serokatiya wê dê di dema dehem a parlamentoyê de ji bo pênc salên bê berdewam bike.
Xalide Bufdeş mînaka jineke rêbere ku ji kerta tenduristiyê gav avêtiye qada siyasetê. Wê di sala 2008’an de koleja bijîşkiyê qedand, di sala 2019’an de bawernameya pisporiyê di nexweşiyên alerjî û îmmunolojiya klînîkî de girt, her wiha gelek erkên tenduristiyê bi rêve birine.
Di navbera salên 2012 û 2017an de li devera “Burc El Behri” endama meclîsa şaredariyê bû. Her wiha di sala 2021’an de bû endama parlamentoyê. Herî dawî di hilbijartinên Tîrmeha 2026’an de wek nûnera Partiya Eniya Rizgariya Neteweyî gihîşt serokatiya parlamentoyê.
Li gel vê serkeftina Bufdeş jî, asta nûnertiya jinan ya di vê dema parlamentoya Cezayîrê de hîn jî lewaz maye. Jinan ji 407 kursiyan tenê 25 kursî ku dike ji sedan 6 bi dest xistine.
Xalîde Bufdeş di yekemîn axaftina xwe ya wek seroka parlamentoyê de tekez kir ku ev post wezîfeyeke neteweyî û berpirsiyariyeke destûrî ya mezine. Di heman demê de, wê ji bo derbaskirina dosyayên mezin ên neteweyî yên Cezayirê, tekezî li ser diyaloga berpirsiyar û rêzgirtina li piralîbûnê kir.







