Ji TAJÊ ji bo Amedê peyam:Me bi felsefeya Abdullah Ocalan xwe rêxistin kir

  • 21:39 3 Tebax 2026
  • Rojane

AMED – TAJÊ ku peyam şand çalakiya li Amedê pêk hat wiha got: “Me xwe di esasa felsefe û fikrên Abdullah Ocalan de rêxistin kir. Me bi fikr û ramana azad îradeya xwe ava kir. Me êşên xwe veguher hêza têkoşînê û me parastina cewherî û rêxistibûna xwe ava kir.”

Bi wesîleya êrîşa qirkirinê ya DAIŞ’ê ya li hember Şengalê , bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Abîdeya Azadiyê ya Parka Koşuyoluyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de gelek endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, Dayîkên Aştiyê û gelek kes jî cih girtin. Daxuyanî ji aliyê endama TJA’yê Bahar Peker ve hate xwendin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî jî peyamek nivîskî şand. Di daxuyaniyê de jinan kefîyên spî avêtin li ser milê xwe, pankarta ku li ser ‘Komkujiya Jinên Êzîdî komkujiya mirovahiyê ye, em ji bîr nakin’ hate nivîsandîn vekirin û wêneyên Fermana 74’an bilind kirin. Diruşmeyên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Jin jiyan Azadî’ hate berzkirin.

 ‘Em hêvî dikin ku hûn jî tevlî kampanyaya me bibin’

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) peyamek nivîskî şandin û peyam ji aliyê nivîskar Mîna Acer ve hate xwendin. Di peyama xwe de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî diyar kirin ku li ser fermanê de 12 sal derbas buye lê hin jî gelê Êzîdî li kampan koçberin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî banga tevlîbûna kampanyaya ‘Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê’ kirin û gotin: “Bi hezaran keç û jinên me yên dîlgirtî hîna nehatine rizgarkirin û ev jenosîd bi fermî ji aliyê Iraqê ve nehatiye qebûlkirin. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, em rizgarkirina wan hêsîran wek erkekî ser milê xwe de dibînin. Ji ber ku ev armanca me pêk were, em pêwîstiyek mezin dibînin ku li kîderê bibe bila bibe, bi her rêxistina jinan re têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Bi wesîleya salvegera fermanê, me bi dirûşma “Ji bo Edalet û Azadiyê, Tu Jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” kampanyayek da destpêkirin. Em hêvî dikin ku hûn jî tevlî kampanyaya me bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi têkoşîneke hevpar bi ser kevin. Tevî van hemû êş û astengiyan, wek civaka Êzîdî û bi taybetî wek jinên Êzîdî, me bi felsefe û ramana Rêber Abdullah Ocalan xwe rêxistin kir. Me bi vî ramanî vîna xwe ya azad ava kir. Êşên xwe kirin hêza têkoşînê û em bûn xwedî parastin û rêxistina xwe.”

‘Hê jî gelê Şengalê edaletê dixwaze’

Piştî peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, endama TJA’yê Çaglar Demirel axivî. Çaglar Demîrel diyar kir ku ew komkujiya ku li dijî Gelê Şengalê pêk hat ne tenê li dijî gelê Şengalê û Êzidiyan bû ew komkujî li dijî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pêk hat. ÇAglar Demîrel anî ziman ku dema çeteyên DAIŞê ketin Şengalê, ew gel li Iraqê ê nehat parastin û wiha axivî: “ Hê jî Şengal edaletê dixwaze. Koçberkirin, kuştin, komkujî û ya herî girîng jî ew kesên ku hatin revandin û dîlgirtin ku hê jî aqûbeta wan nayê zanîn. Ev tiştekî giran e. Hê jî aqûbeta wan jin û zarokên Êzidî yên ku ketin destê wan ne diyar e û nayê zanîn bê li ku derê ne. Divê li seranserê cîhanê hemû mirovahî li dijî vê komkujiyê rabe ser piyan.”

 ‘Ew qirkirin, li dijî gelê Kurd û li Rojhilata Navîn li dijî her kesî pêk hatiye’

 Di axaftina xwe de Çaglar Demîrel destnîşan kir ku Tirkiyê û Hikumeta Bexdayê hêjî komkujiya li dijî gelê Şengalê nasnekiriyê û wiha got:” Hinek welatan ev wekî jenosîd dît û qebûl kir. Lê belê hê jî Iraq, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn ev wekî jenosîd nedîtine û qebûl nakin. Ew qirkirina giran a ku li dijî Êzidiyan hate kirin, ne tenê li dijî Êzidiyan e, li dijî me hemûyan hatiye kirin. Ew qirkirin, li dijî gelê Kurd û li Rojhilata Navîn li dijî her kesî pêk hatiye.”

 Piştî daxuyaniyê dengbêjî hatin gotin û girse belav bû.