Li Êlihê banga hevpar:Em hêviyê mezin bikin

  • 19:54 5 Tebax 2026
  • Rojane
ÊLIH - Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji bo piştgiriya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û derxistina “qanûna çarçoveyî” daxuyanî dan û gotin: “Divê qanûnên nû pêvajoya demokratîkbûnê xurt bike.”
 
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ji bo piştgiriya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û derxistina “qanûna çarçoveyî” li Parka Yilmaz Guney a Êlihê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveber û endamên partiyên siyasî yên navendê û navçeyan û gelek saziyên sivîl ên civakê beşdar bû. Pankarta ku li ser “Misogeriya aştiyê reformên demokratik û hiqûqî ne” hatibû nivîsandin hat hilgirtin.
 
 Metna daxuyaniyê ji aliyê Endamê SESê yê Êlihê Cîhan Tuzun ve hate xwendin. Cîhan Tuzun diyar kir ku qanûna çarçoveyê ya ku tê hatiye rojeva Meclîsê divê bibe rêziknameyeke berfireh û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê bi salan e berdewam dike, gelek berdêlên giran ên civakî, aborî û mirovî hatine dayîn. Divê pirsgirêk li ser bingeha siyaset, diyalog û hiqûqa demokratîk bên çareserkirin û beşên fireh ên civakê di nav de cih bigirin.”
 
‘Çavkaniyên aborî ji bo şer hatine veguhastin’
 
Tuzun di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku civak di rojên dîrokî de derbas dibin û got: “Em piştgiriya xwe ji bo hemû gavên demokratîk ên ku bi mebesta xurtkirina aştî, demokratî û lihevkirina civakî têne avêtin, radigihînin. Li vî welatî bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane, bi mîlyonan mirov rasterast an nerast ji vê pêvajoyê bandor bûne. Çavkaniyên aborî ji bo şer hatine veguhestin. Demokrasî qels bûye, rêgeza dewletê xerabûye û civak gav bi gav ji gelek tiştan hatiye dûrxistin. Di vê pêvajoyê de berdêla herî giran kedkar, jin, zarok, ciwan û gelên herêmê dane. Jîngeha şer û pevçûnê ne tenê bûye sedema windabûna jiyan kesan. Înkarkirin, bişaftin, bêkarî, xizanî, koçberî, binpêkirina mafan û bêewlehiya civakî jî kûr kiriye. Divê qada siyaseta demokratîk bêê berfirehkirin. Mafên mirovan ê azadiya bingehîn divê bên misogerkirin.”