Şîna cangoriyan a li Amedê di roja sêyemîn de didome

  • 11:07 23 Tebax 2026
  • Rojane
AMED - Şîna cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Parka Koşuyolu ya Amedê û navçeyên wê di roja sêyemîn de didomin.
 
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê konê şînê hatibû danîn. Şîna cangoriyan di roja sêyemîn de didome.
 
 
Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî di konê şînê de cih girtin. Li ser maseyên di konê şînê de de hatine bicihkirin, wêneyên cangoriyan û gul hatin danîn. Li konê şînê pankartên “Şehîd Namirin” , “Şehîd Rumeta Me Ne”, “Şehîd Ronahiya Me ye”’ û “Şehîd Roniya Rê ya Me ne” hatin daliqandin. Gel di roja sêyemîn de bi girseyî û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Şehîd Roniya Rê ya Me ne” serdana konê şînê cangoriyan dikin.
 
Her wiha dê şîna cangoriyan îro bi dawî bibe û piştî wê di saet 18.00an de ji bo tevahî şehîdên meha Tebaxê bîranîn were lidarxistin.