Li Wanê şîna ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir

  • 10:18 24 Tebax 2026
  • Rojane
WAN - Şîna pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Eywana Konferansê ya Mardan a navçeya Artemêtan a Wanê dest pê kir.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Wanê de, ji bo şehîdên  Tevgera Azadiyê Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Artemêtanê ya Wanê, şîn hate danîn. Li eywanê wêneyên şehîdên jiyana xwe ji dest dane hatin danîn û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîd ronahiya rêya me ne”, “Şehîd namirin” hwd. hatin daliqandin. Malbaten cangoriyan, parlamenterên DEM Partiyê endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li şînê bûn.
 
 
Malbatên şehîdan bi dirûşma “Şehîd namirin” hatin cîhê şînê û bi xem û serbilandahî kesên tên şînê pêşwazî dikin.
 
Şîn bi serdanên girseyî didome.