Li Başakşehîrê têkoşerên azadiyê hatin bibîranîn

  • 15:41 24 Tebax 2026
  • Rojane
STENBOL - Taziyeya li Başakşehirê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn hatibû danîn, bi dawî bû. Keskîn Bayindir di taziyeyê de axivî û got: "Gelê Kurd ji bo ku li kêleka şehîdên xwe bisekine, demê disekinîne.”
 
Li avahiya navçeya Başakşehîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo kesên ku li cih û demên cuda di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, taziye hat danîn. Ji xeynî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelek welatiyan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir jî beşdarî taziyeyê bûn. Li salonê pankartên bi nivîsên "Şehîd namirin", "Şehîdan ne li axê, di dilê me de veşêrin" û "Têkoşîna wan rêya me ronî dike" hatin daliqandin. Wêneyên şehîdan li ser maseyan hatin danîn û find hatin pêxistin.
 
Di taziyeyê de ku bi rêzgirtinê dest pê kir, sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Piştî wê, malbatên şehîdan, pêşwaziya beşdaran kirin.
 
Nedîm Yilmaz ê ku piştî 33 salên ji girtîgehê derketibû, diyar kir ku ew ê ala têkoşînê ya şehîdan ji wan re hiştin hîn pêşdetir bibin. Yilmaz got: "Bi saya têkoşîna şehîdan, îro tevahiya cîhanê gelê Kurd nas dike. Eger îro li ser maseya danûstandinan behsa pirsgirêka Kurd tê kirin, ev yek bi saya hewldan û têkoşîna wan e. Wan jiyaneke înkarkirinê qebûl nekir. Ew ji bo jiyaneke azad têkoşiyan û di wê rêyê de canê xwe dan. Ji ber vê yekê, ez careke din bi hurmet li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Ew ne tenê ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo azadiya gelê Kurd jî têkoşiyan û şehîd bûn."
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got: "Her yek ji şehîdên me ji bo gelê xwe destanek nivîsandine. Bila serê malbatên me bilind be; bila xwe bi tenê hîs nekin. Li seranserê Kurdistanê, tevî navendên mezin ên bajaran, gelê Kurd ji bo ku li kêleka şehîdên xwe bisekinin, demê disekinîne. Em di taziyeyê de ne, lê dîsa jî em dibêjin aştî û em ê dev ji vê yekê bernedin. Dayikan zarokên xwe winda kirine û êşeke kûr kişandine, lê dîsa jî ji bo aştiyê dengê xwe bilind dikin û dibêjin: 'Bila êdî kes nemire.' Eger îro em behsa aştiyê dikin, ev yek bi saya şehîdên me ye ku bi awayekî lehengane canê xwe feda kirine."
 
Taziye piştî xwendina duayan û Mewlûdê bi dawî bû.