Cihê ku dîrok, wêje û avahîsazî lê digihîjin hev: Qesra Îshaq Paşa
- 09:06 25 Tebax 2026
- Rojane
AGIRÎ - Qesra Îshaq Paşa ku li ser zinarên bilind û asê yên bi bilindahiya hezar û nehsed metreyan hatiye avakirin, bi avahiya xwe ya ku şopên avahîsziya Osmanî, Selçûqî û Farisî dihewîne, bi taybetmendiya xwe ya dîrokî û dîmenê xwe yê bêhempa, hem bala geştiyarên xwecihî û hem jî yên biyanî dikişîne.
Qesra Îshaq Paşa,ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ye, bi xweşikbûna xwe mirovan gelek bi bandor dike. Avakirina wê di sala hezar û 685'an de dest pê kiriye û di sala hezar û 784'an de, di serdema Îshaq Paşa yê ji malbata Çildirogullari de, bi dawî bûye. Îro ev qesir wekî avahiyeke dîrokî ya xwedî girîngiya stratejîk a serdema xwe, li ser zinarekî bilind û asê radiweste.
Qesra ku şopên mîmariya Osmanî, Selçûqî û Farisî di nav xwe de dihewîne, ligel kulliyeya civakî ya li kêleka xwe û Goristana ramanwer, helbestvan û nivîskarê mezin û nivîskarê destana *Mem û Zînê Ahmedê Xanî, ku yek ji kesayetiyên manewî yên herî girîng ê kurd e qadeke berfireh a dîrokî û çandî pêk tîne. Ev herêma dîrokî,ku hem wekî navendeke geştyariya olî û wêjeyî û hem jî ya avahîsaziyê tê dîtin, di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO'yê de cih digire.
Dewamkirina rola xwe ya wekî navendeke sereke
Qesra ku bi hatina demsala geştyariyê re pêşwaziya hejmareke mezin a geştiyaran dike, mizgeftek, odeyên meclîsê, harem, hemamek, sûr, goristan hewşên hundirîn û şopên tiştê ku wekî yekem pergala germkirina navendî ya cîhanê tê hesibandin, dihewîne. Bi sekna xwe ya biheybet, dîmenê xwe yê bêhempa ku li deşta derdorê dinêre û xwezaya asê ya li dora xwe, qesir hîn jî ji bo geştyarên xwecihî û biyanî û hezkiriyên wênekêşiyê yên ku serdana herêmê dikin, wekî cihekî balkêş e.
Foto û Dîmen: Buşra Turan







