Li Mexmûrê 8 pakrewanên azadiyê hatin bibîranîn
- 12:29 22 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cudî bi merasîmeke bi heybet, 8 pakrewanên azadiyê bi bîr anî û li Wargehê du rajan şîn hat ragihandin.
Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo 8 şehîdên Tevgera Azadiyê ku nû hatin ragihandin, merasîmek bi heybet li dar xist.
Di merasîma ku li Navenda Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan de hate li dar xistin de wêneyên Rêber Apo û wêneyên Şehîd Rabîa Barinc, (Dîlan Şirnex) Muhyetîn Sanri (Mordem Cudî), Evfa Mîrahmetoglu (Bêrîtan Çelê), Murat Kara (Rêzan Goyî), Gurbet Akyurek (Ronahî), Îlhan Hacî Kuday (Herekol Silopî), Besê Tarakçi (Sema Geverî) û Nahîde Arko (Hêvîdar Penaber) hatin bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berz kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, şahadetnameyên 8 şehîdan hatin xwendin.
Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Wargehê Qîmet Nerexî axivî.
Qîmet Nerexî di destpêka axaftina xwe de her heşt şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û ji Rêber Apo, rêhevalên têkoşînê û malbatên şehîdan re, sersaxî xwest.
Qîmet Nerexî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rastiya şehîdan û got: “Gotin têrî rastiya şehîdan nake… Ji ber ku wan tişta herî pîroz li şehîdbûna xwe bar kirine. Şehîd Zîlan, Şehîd Bêrîtan ku zarokê Botanê ên kela berxwedanê bûn. Ji destpêka şoreşê ve ketin vê rê yê û xwe bi fikirê Rêber Apo gurçûpêç kirin û bûn şopdarê vê rêyê. Di vê rê yê de bi sedan Mordem, Rêzan, Hêvîdar, Ronahî, Sema û Herekol jî tevlî meşa xwe kirin û bê dudilî ji bo nasnameya gelê Kurd û gelên bindest, têkoşîn û berxwedan meşandin. Li hember dijminên hov, heya kêliya dawî li ber xwe dan. Şerbeta şahadetê vexwarin. Dema em behsa rastiya şehîdan dikin, ji bo me bi êş û girane. Lê di heman demê de ji bo me, hêz, îrade, azadî, têkoşîn û berxwedane.”
Qîmet Nerexî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku weke gelê wargehê ew ji vê rastiyê ne dûrin û destnîşan kir ku wan bi dehan qehreman di hembêza xwe de xwedî kiriye û ewê ji bîr nekin ku destkeftiyên wan bi saya van şehîda ye.
Li ser navê malbatên şehîdan Abdullah Remedan Kara, Beşîr Gundikî, Şukrî Nêrwehî, Ebdulkerîm Hilalî û Polat Çelê axivîn, di axaftinan de soza bilind kirina têkoşînê hate dayîn.
Piştî axaftinan, Şahadetnameyên her heşt şehîdan radestî malbatên wan hate kirin.
Wê îro li Navenda Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan, di saet: 13: 00’an heya 22: 00 yan serdanên sersaxiyê bên qebûl kirin.







