2 gerîlayên cenazeyê wan ji Kilyosê hatin girtin, bi girseyî hatin veşartin
- 13:35 22 Îlon 2026
- Rojane
ÇEWLÎG - Cenazeyên gerîlayên YJA-Starê Zehra Kîsaoglû û Sûheyla Kaya ku ji goristana Kilyosê hatin wergirtin, li Kanîreşê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin veşartin.
Cenazeyên gerîlayên YJA-Starê Zehra Kisaoglu (Raperîn) û Suheyla Kaya (Zîlan) ku ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatin derxistin û li Kilyosê li ser rê hatin veşartin, duh piştî hevberkirina DNA'yê radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her du gerîlayan li navçeya Kanîreş a Çewlîgê hatin veşartin.
Cenaze bi girseyeke mezin hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên Zehra Kisaoglu û Suheyla Kaya ku ji Stenbolê hatibûn anîn, li gundê Çatak ê navçeya Kanîreşê bi girseyeke mezin hatin pêşwazîkirin û dû re ber bi gundên Karga Pazar û Hasan Ova ve birin ku li wir bên veşartin.
Bi dirûşmeyên 'Şehîd namirin' hatin veşartin
Pêşî, cenazeyê Suheyla Kaya birin mala malbata wê li gundê Karga Pazar û dû re birin goristana gund. Li goristanê, tabûta Suheyla Kaya, li ser milên jinan hate hilgirtin û di nav dirûşmeyên "Şehîd namirin" de hate veşartin.
Cenazeyê Zehra Kisaoglu li goristana bajaroka Çîro Jor a li gundê Hasan Ova hate veşartin, li wir jinan tabûta wê li ser milên xwe hilgirtin û bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate veşartin. Ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyekê rêz hat girtin.
Merasîmên sersaxiyê yên li gundên Karga Pazar û Hasan Ova hatin lidarxistin, dê sê rojan bidomin.







