Mîhrîcana Jinan a Zîlan dê di 15'ê Hezîranê de bê lidarxistin

  • 09:01 13 Gulan 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mîhrîcana Jinan a Zîlan ku îsal cara 18'emîn tê lidarxistin, wê di 15'ê Hezîranê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pêk were.
 
Jinên kurd ên li Elmanya, Belçîka û Holandayê îsal di 18'emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) li dar dixin.
 
Mîhrîcan îsal bi dirûşmeya "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" pêk tê û wê 15'ê Hezîranê li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê were lidarxistin.
 
Di mîhrîcanê de ku xwedî bernameyeke dewlemend a çand û hunerê ye, hunermend Xecê, Sîmav Huseyîn, Suna Alan, Firmêsk, Koma Zarokan a MA, Koma Folklorê ya Efganistanê, Govend, Koma Zarokên Rojê, Jinên Dengbêj wê hunera xwe pêşkêş bikin.
 
Her wiha wê gelek qiseker jî li mîhrîcanlê peyamên xwe bidin.
 
Li gel bernameya çandî wê berhemên destan ên jinan jî bi standan bêne nasandin. Di mîhrîcanê de wê derberê pêngava xweprastin û xwerêxistinkirinê, bandora medya dîjîtal li ser ciwanan û jin û aştiyê panel bê lidarxistin.
 
Her wiha wê li mîhrîcanê kolanek ji bo çanda Kurdî bê amadekirin û hemû motîfên Kurdî bêne nîşandan. Wênevanên jin jî wê berhemên xwe yên li ser têkoşîna jinê bi pêşangehekê nîşan bidin.
 
Komîteya amadekar a mîhrîcanê 4'emîn civîna xwe li dar xist. Ji Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Berdevaka TJK-Ewropayê Ayten Kaplan û Berdevka YJK-E'yê Kezban Dogan axivîn. Berdevka TJK-E Ayten Kaplan bal kişand ser girîngiya mîhrîcana îsal û got; "Weke her sal em îsal jî  dixwazin bi felsefeya jin, jiyan, azadî li qada festîvalê hêza xwe ya rêxistinî û têkoşînê bikin yek. Em ê îsal  di mîhrîcanê de hin nûbûnan çêbikin. Hem ji aliyê çandê hem jî ji aliyê civakî ve em ê cîh bidin nêrîn cuda da ku hemû jin bikaribin ked û hunera xwe pêşkêş bikin û peyamên xwe ên siyasî bidin. Ji bo zarokan jî wê qadek bê amadekirin û zarok wê kêliyên xweş bi Koma Zarokan a MA re derbas bikin."
 
Ayten Kaplan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi rengê xwe başdarî 18'emîn Mîhrîcan Jinan a  Zîlan bibin.
 
Berdevka YJK-E Kezban Dogan jî nêrînên xwe wiha anî ziman; "Amadekariyên me ber bi dawiyê ve diçin. Mîhrîcan şehîd Zîlan hem di aliyê navê xwe hem jî ji aliyê dirûşmeya xwe ve gelek girîng e. Em bi vê mîhrîcanê dixwazin bibin bersiva demê. Çawa 10'ê Cotmeha 2023'yan di pêngava bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka kurd re' jinan rola xwe lîst. Di pêvajoya ve festîvalê de jî em bawerin jin wê  li hemberî her cureyên  êrişan helwesta xwe raber bikin."
 
Kezban Dogan bang li hemû jinan kir ku 15'ê Hezîranê qada mîhrîcanê bi rengê xwe bi xemilînin.