Pengava TAJÊ ya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ didome

  • 16:33 13 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên TAJÊ ya ji bo pengava "Rêber Apo mêvanê mala we ye" didome. Îro jî bi heman armancê li navçeya Sinûnê ya Şengalê serdana malan hat kirin.
 
Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî" de, xebatên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi dirûşma "Rêber Apo mêvanê mala we ye" dabû destpêkirin, didome. Bi vê çalakiyê re TAJÊ yek bi yek serdana malan dike, wêne û broşûra ku jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de tê vegotin, belav dike.
 
Îro jî bi heman armancê endam û rêveberên Meclisa Xweser a Sinûnê serdana malan kirin û wêneyên Abdullah Ocalan diyarî malbatan kirin.
 
Endama Meclisa Xweser a Sinûnê Edûl Şemo di serdana mala Sêvê Xwedêda de axivî û wiha got: “Fikrên Serokatî bikeve ku derê ew der ava dibe, xwediparêze, her kes bi fikrên Rêber Apo pêş dikeve. Xwe ji fermanan xilas dikin, xwe ji zilm û zora dijmin xilas dikin. Kesên îxanetkar mileta êzidî bi fermanê re rû bi rû hişt. Lê bi fikr û felsefeya Rêber Apo Şengal bi ruh bû, ava bû, xwe pêş dixe. Fikrê Rêber Apo biçe ku derê ew der li ber xwe dide, xwe ava dike, zane dike û pêşve dibe. Ez serkeftin ji civaka êzidî û her çar parçeyên Kurdistanê re dixwazim.”
 
Edûl Şemo di axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser her çar parçeyên Kurdistanê ye, tecrîda li ser jinên êzidî û kurd e, li ser hemû jinan e. Lazim e îro em xwedî li keda Rêber Apo derkevin. Dê fikr û felsefeya Rêber Apo her bi ser bikeve.”
 
Sêvê Xwedê da jî ev tişt anî ziman: “Ez xêrhatina we dikim û bi fikrên Rêber Apo civaka Êzidî xwe pêşxistin û zana kir. Kî li dû vî fikrî be dê her serketî be.”
 
‘Em ê her tiştî bikin' 
 
Di serdana malbata Zehra Şemo de jî ev tişt hat gotin: “Em bi destpêkirina vê hemleyê gelek kêfxweş in û em hêvî dikin 2024 bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Fikrên Rêber Apo fikrên azad e û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi bikeve ser milê me em ê pêk bînin.”
 
‘Divê her kes beşdarî pengava azadiyê bibe’
 
Berfê Elyas yek ji malbatên ku serdana wan hat kirin jî ji civatê re axivî û ev tişt anî ziman: “Di serî de ez xêrhatina Rêberê xwe dikim. Rêber Apo ne îro ji sala 2014’an ve mêvanê her mala Êzidiyan e. Fikrên Serokatî bi şargirtên xwe bi hawara çiyayê Şengalê ve hat û ji wê rojê heta niha mêvanê mala me ye. Fikrên wî azad e û em hêvî dikin bi awayeke fîzîkî jî azad bibe. Divê her însanên ku însaniyetiyê dixwazin tev li pengava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.”