ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 15 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Jinên li Helebê hînî zimanê kurdî dibin û di vê qadê de xwe pêş dixin diyar kirin ku bi Şoreşa Rojava re derfetên xwendina bi zimanê kurdî çêbûne û wiha gotin:"Zimanê me nasneme û hebûna me ye. Em ê her tim li zimanê kurdî xwedî derkevin." DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Wanê Mehtap Işik, tekilîdarî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de destnîşan kir ku piştî Mandelayê mînaka vê tecrîdê li tu deverê nehatiye jiyîn û got ku girankirina tecrîdê vediguhere kaosek pir giran. Mehtap, bi lêv kir ku bingehek hiqûqî nîne û got berovajê qanûna înfazê ya 59/1’ê tevdigerin. BI DÎMEN 
 
*Hevsreoka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan der barê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û got: “Bersiva herî mezin a li dijî pergala ku zimanê me tune dihesibîne înkar dike, wê mayîndekirina zimanê me be.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta zimanê Kurdî Elîf Zana Halefoglu bal kişand ser Cejna Zimanê Kurdî û got: “Divê beriya her tiştî em malên xwe veguherînin dibistanên zimanê Kurdî. Heta ku dê û bav zarokên xwe bi Kurdî perwerde nekin wê serkeftin jî bidest nekeve. Divê em li her derê Kurdî biaxivin.” BI DÎMEN 
 
*Aborînas û Seroka Giştî ya Partiya Anavatanê Nesrin Nas, têkildarî Doza Kobanê wiha got:"Ev doz ne tenê doza kurdan û doza siyasetmedarên kurd e. Ev doz bi temamî dozeke Tirkiyeyê ye. Ev doza her kesên ku dixwazin li Tirkiyeyek demokratîk, piranîparêz, azad bijî ye. Ev doz doza kesên dixwazin ji xwe re jiyaneke azad ava bike ye. " DÎMEN HEYE